Koma Kielê Nobeta Azadiyê dewr girt
Di hefteya 697’an de koma Kielê Nobeta Azadiyê dewr girtin. Çalakvanan banga tevlîbûna meşa Kolnê kirin.
Di hefteya 697’an de koma Kielê Nobeta Azadiyê dewr girtin. Çalakvanan banga tevlîbûna meşa Kolnê kirin.
Nobeta Azadiyê ya ku ji bo azadiya Rêber Apo ji sala 2012’an ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê berdewam dike, ket hefteya xwe ya 697’an. Welatparêzên ku ji bajarê Kiel ê Elmanyayê hatin, nobeta vê hefteyê dewr girtin.
Di koma nû de Şêxmus Efrîn, Rojîn Xelîl, Bedîa Şîmşek û Meryem Huseyîn cih digrin. Koma nû li qada nobetê daxuyanî dan û destnîşankirin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bidomînin.
Şêxmûs Efrîn di axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir û wiha got, “Em ji bo azadiya Rêber Apo tevlî vê nobetê bûn. Em ji bo çar parçeyê Kurdistanê azadiyê dixwazin.”
Efrîn bal kişand ser meşa girseyî ku wê ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, kir û wiha got, “Em bang li hemû gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku bi awayekî bi coş tevlî vê meşê bibin.”
Rojîn Xelîl jî wiha got, “Dema ku Rêbertiyê em azad be, em jî azad bibin” û diyar kir ku ew yekîtiya her çar parçeyên Kurdistanê dixwazin.