Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, şîna ku ji bo du şehîdan dihate plankirin, ji ber serdergirtina polîsan hate betalkirin. Malbatên du gerîlayan ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, lê şehadeta wan nû hatiye ragihandin, di 26’ê Cotmehê de ji bo qebûlkirina serdanên sersaxiyan salonê kirê kiribûn. Salon li ser navê Hevberdevka Komîsyona Malbatên Şehîdan û Windayan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ahmed Dîlan hatibû kirêkirin.
Lê polîsên Hannoverê beriya sersaxiyê, bi ser mal û cihê kar a Ahmet Dîlan de girtin û nehiştin salon bê bikaranîn. Li ser vê yekê nûnerên NCKD, KOMAW û FED-DEM’ê di saet 14:00’an de li pêşiya Parlamentoya Saksonyaya Jêrîn daxuyaniya çapemeniyê dan û serdegirtina polîsan protesto kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şîn çalakiyeke bîranînê ya aştiyane û demokratîk e û hate diyarkirin ku destwerdana polîsan êrîşa li dijî nirx û azadiya hizrî ya gel e û wiha hate gotin: “Îro dikarin me ji salon û qadan dûr bixin, lê nikarin bîranîna Şehîdên Cotmehê jê bibin. Ji ber ku ew bîranîn parçeyeke têkoşîna azadî, wekhevî û piştevaniyê ye. Em ê li dijî zextan bêdeng nemînin. Em Şehîdên Meha Cotmehê bi rêzdarî, mînet û biryardarî bi bîr tînin.”