Bi daxwaza azadiya Rêber apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê di 2’ê Mijdarê de li Londonê meşekî girseyî bê lidarxistin.
Meşa ku bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî, Aştî û Civaka Demokratîk” bê lidarxistin, di saet 13:00’an de li pêşiya BBC’ê destpê bike û heta Qada Trafalgarê dewam bike.
Meş ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan, Meclîsa Gel a Kurd a Londonê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve tê organîzekirin. Komîsyonên organîzasyonê ji bo tevlîbûna girseyî ya meşê xebat dimeşîne.
Di serdanên malan, standên agahdarkirinê û serdanên ji bo saziyên dost ên cuda de civak ji bo meşê hatin vexwendin.
Jinên ku beriya çend mehan dest bi amadekariyên meşê kirin û diyarkirin ku ew ji felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya Rêber Apo îlhamê digirin, banga seferberiyê kirin. Jinên ku bi rêgeza, “Heta jin azad nebin civak azad nabe” bi rê ketin, gotin ku ew ê cihê xwe di refên pêş ên çalakiyê de bigirin.
BANG LI HIKÛMETA BRÎTANYAYÊ HATE KIRIN
Berdevka komîsyona amadekariyê û Meclîsa Jinan a Jiyan, Filîz Dersim bang li hikûmeta Brîtanyayê kir û wiha got: “Me lîstikên polîtîk ku bi salan in dewam dike, ji bîr nekir. Em bang li hikûmeta Brîtanyayê dikin; Yan rola xwe ji bo çareseriyê bilîze, yan jî destê xwe ji têkoşîna bi rûmet a gelê me vekişîne. Bêyî azadiya Rêber Apo û mîsogerkirina jiyana wekhev û bi rûmet a gelê Kurd, ne li Tirkiyeyê û ne jî li Rojhilata Navîn aştiya rast ne pêkan e.”
Komîsyona amadekariyê bang li hemû gel, aliyên demokratîk û her kesên alîgirê aştiyê kir ku tevlî meşa ku wê di 2’ê Mijdarê de bê lidarxistin, bibin.