Şandeya Durzî ya ji Siwêdayê, li Hannoverê çû serdana komeleya Kurd
Şandeyeke ku ji nûnerên civaka Durzî ya li Ewropayê û ji bajarê Siwêda yê Sûriyeyê pêk tê, çû serdana Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD)a Hannoverê.
Şandeyeke ku ji nûnerên civaka Durzî ya li Ewropayê û ji bajarê Siwêda yê Sûriyeyê pêk tê, çû serdana Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD)a Hannoverê.
Armanca serdanê weke xurtkirina piştevaniya navbera gelan û pêşxistina zemînê têkoşîna hevpar hate ragihandin. Şandeya Durzî bi rêveberên NCKD’ê re hevdîtin kirin û li ser projeyên hevpar ên siberojê, çalakiyên çandî û fealiyetên piştevaniyê nêrînên xwe parve kirin.
Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku li dijî zextên li ser civakên Kurd û Durzî, divê helwesteke hevpar were nîşandan. Hate diyarkirin ku divê ruhê yekîtiyê yê gelan a di têkoşîna azadî û demokrasiyê de were xurtkirin.
BANGA JI BO MÎTÎNGA KOLNÊ
Di dema civînê de, şandeya Durzî û rayedarên NCKD’ê li ser “Meşa Azadî ji bo Rêber Apo” nirxandin kirin ku wê 8’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin. Bang li hemû gelan û bi taybetî civaka Durzî hate kirin ku beşdarî meşê bibin û daxwazên xwe yên ji bo azadiyê bi hev re bînin ziman.
XWIŞK-BIRATIYA NAVBERA GELAN HATE DESTNÎŞANKIRIN
Di daxuyaniya hevpar a de hate diyarkirin ku divê dostaniya dîrokî ya navbera gelê Kurd û gelê Durzî were xurtkirin û hate destnîşankirin ku xurtkirina vê dostaniyê ji bo aştî û siberoja hevpar a gelên li herêmê pir girîng e. Aliyan anîn ziman ku diyalog, piştevanî û ruhê têkoşîna hevpar dê xurttir bibe û bidome.