Parlamentera GroenLinks & PvdA (Partiya Çep a Kesk û Karkeran) û Raportora berê ya Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê Katî Pîrî li bajarê Den Haagê di taştê de bi Kurdistaniyan re hat ba hev.
Katî Pîrî di axaftina xwe de li ser hilbijartinên Hollandayê yên 29’ê Cotmehê axivî û li ser encamên neyînî yên ku dibe partiyek rastgir bê desthilatê rawestiya. Katî Pîrî bal kişand ser girîngiya hevgirtina bi Kurdan re û got, “Ji bo ku Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne û mafên çandî bi dest bixe, em ê bi hev re têbikoşin."
Katî Pîrî bi bîr xist ku wan "pirsgirêka Kurd divê bi awayekî aştiyane çareser bibe" li ser bernameya xwe ya hilbijartinê zêde kirine û” wiha berdewam kir: “Ez difikirim ku ev mijar di siyaseta Ewropayê de jî cihekî girîng digire."
Katî Pîrî di dawiya axaftina xwe de behsa serdanên xwe yên bajarên Kurdan ên Amed û Mêrdînê kir û got, "Ez hîn jî bandora wan cihan derneketime, min dilê xwe li wir hişt."
Katî Pîrî li ser hevdîtinên aştiyê yên li Tirkiyeyê tên meşandin jî axivî û anî ziman ku di destpêka pêvajoyê de bêhêvîbû, lê niha hêviyên wê geş bûne û got, "Ez li Tirkiyeyê pêşketinên xweş dibînim. Rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de ye."