Li navendên Ewropayê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li gelek navendên Ewropayê Şehîdên Meha Cotmehê bi çalakiyan hatin bibîranîn. Di bîranînan de wiha hate gotin, “Şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên me rêya me ronî dikin.”
Li gelek navendên Ewropayê Şehîdên Meha Cotmehê bi çalakiyan hatin bibîranîn. Di bîranînan de wiha hate gotin, “Şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên me rêya me ronî dikin.”
Bîranînên Şehîdên Meha Cotmehê li bajarên cuda ên Ewropayê bi tevlîbûnên zêde dewam dikin. Di bîranînên bi pêşengiya Meclîsên Jinan, Komaleya Malbatên Şehîdan û Meclîsên Gel a Kurd de îşaret bi fedakariyên şehîdan, cihê wan a di têkoşîna azadiya jinê de û pêvajoya aştiya demokratîk, hate kirin. Di çalakiyan de bangên tevlîbûnê ji bo meşa azadiyê ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê pêk were, hatin kirin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya Tevgera Jinan Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de peyamên Şehîd Rojger Hêlîn û Şehîd Asya Alî ya beriya çalakiya fedayî, bi rengê sînevîzyonê hate nîşandan û dirûşmeya “Şehîd Namirin!” hatin berzkirin.
Li ser navê Malbata Şehîdan Dayika Şukran axivî û diyar kir ku ji şehîd Bêrîtan heta îro fedakariyên hemû şervanên azadiyê ne tenê fizîkî xwedî wateyeke gerdûnî ye.
Ji malbatên şehîdan Ahmet Kaya hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got, “Ev berdêlên ku di oxira vê armancê pîroz de hatin dayîn, îro li têkoşîna me bi wate dibe.”
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Zîlan Serhed bal kişand ser girîngiya meha Cotmehê di dîroka şoreşê de û wiha got, “Şehîd Bêrîtan bû sembola jin û berxwedanê. Em ê bi biryardarî li ser rêya şehîdan bimeşin.”
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê ji bo bîranîna Şehîd Mahîr Can Dîgor û stranên Hozan Comerd bi dawî bû.
KASSEL
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn. Çalakî bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) hat lidarxistin û malbata Şehîd Çiya Hozan û siyasetmedar Nîhat Akdogan tevlî bûn.
Mamê Çiya Hozan di bîranînê de axivî û wiha got: “Çiya ne tenê şehîdê me, şehîdê hemû gelê Kurd e.” Nîhat Akdogan jî di nirxandina xwe ya têkildarî pêvajoyê de wiha got, “Daxuyaniya dîrokî ya gerîla, îşaret bi serdemekî dîrokî dike. Divê gelê me xwedî vê têkoşînê derbikeve.”
Di çalakiyê de banga tevlîbûnê ji bo meşa Kolnê jî hate kirin ku wê di 8’ê Mijdarê de were lidarxistin.
FREIBURG
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Nûda, Meclîsa Gel a Kurd û KOMAW’ê ve Şehîdên Meha Cotmehê bi çalakiyekî hatin bibîranîn.
Çalakî di şexsê Şehîd Bêrîtan de ji bo bîranîna hemû şehîdan bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Nûnerê KOMAW’ê Salih Hezexî wiha got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwedî girîngiyekî dîrokî ye. Divê em hemû bi awayekî çalak tevlî vê pêvajoykê bibin û têkoşîna aştî û azadiyê ya gelan mezin bikin.”
Li ser navê TJK-E’yê jî axaftin hate kirin û wiha hate gotin, “Bêrîtan li dijî hemû awayên xiyanetê, navê berxwedanekî bi rûmet e. Eger em îro ev qas nêzî azadiyê bûne, ev bi saya pêşbîniya Rêbertî û fedakariya şehîdan e.”
Çalakî bi pêşandana sînevîzyonê û helbest û stranan dewam kir. Beşdaran find pêxistin û ji bo bîranîna şehîdan kulîlkan danîn. Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şêrîn Elemhûlî Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn. Çalakî di şexsê Şehîd Bêrîtan de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Beşdervanan gotin, “Têkoşîna şehîdan rêya me ronî dike” û bîranîna wan silav kirin.
Li ser navê Malbatên Şehîdan Zerû Dersim û Hecî Ekrem axivîn. Dersim wiha got, “Bawerî û biryardariya şehîdan rê nîşanî me dikin.” Hecî Ekrem jî wiha got, “Ev têkoşîn dîroka azadiyê ye ku bi xwîna wan hatiye nivîsandin.”
Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûna meşa azadiyê ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, hat kirin. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
GIEßEN
Li bajarê Gieben ê Elmanyayê Şehîdên Meha Cotmehê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê TJK-E’yê derbarê wate û girîngiya rojê de daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Divê em xwedî li erk û berpirsyarên şehîdên xwe derbikevin.” Her wiha hate destnîşankirin ku ji bo vebûna pêşiya pêvajoyê rastiya mutleq azadiya Rêber Apo ye û hate diyarkirin ku divê têkoşîn were mezinkirin û ji aliyê gel ve zêdetir xwedîderketin lê çêbibe.
Li ser navê Malbatên Şehîdan jî Mehmet Emîn axivî û diyar kir ku divê meclîs bên mezinkirin û xwedî li erk û berpirsyariyan were derketin.
Her wiha îşaret bi di her qadê de rêxistinbûn û bi rêyên demokratîk xurtkirina hebûnê, hat kirin.