BI DÎMEN

Li Duisburgê banga tevlîbûna meşa Kolnê hat kirin

Li Duisburgê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, banga tevlîbûna meşa “Ji Rêber Apo re Azadî, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re” kir.

Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê (DKTM) beriya meşa “Ji Rêber Apo re Azadî, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re” ku di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, amadekariyên cuda cuda kir.

Di taxên xwecihî de civînên gel hatin lidarxistin, serdanên malbatan hate kirin û bi belavkirina danezanan banga tevlîbûna meşê hate kirin. Di civîna gel a navenda bajêr de hate destnîşankirin ku meş ne tenê daxwaza gelê Kurd, daxwaza hemû gelên alîgirê demokrasî, azadî û aştiyê ye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Meşa li Kolnê roja ragihandina daxwaza gelê me ya yekîtiya neteweyî û çareseriya demokratîk e. Ev meş banga ji bo piştgiriya civakî ya ji bo pêvajoya muzakere û mezinkirina perspektîfa aştî û demokrasiyê ye. Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku tevlî vê meşa dîrokî bibin.”