Li Berlînê karên '8'ê Mijdarê' dewam dikin
Beriya meşa mezin a 8'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, karên bi pêşengiya Komuna Şehîd Kawa Çekdar tê meşandin di roja 4'emîn de ne.
Beriya meşa mezin a 8'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, karên bi pêşengiya Komuna Şehîd Kawa Çekdar tê meşandin di roja 4'emîn de ne.
Endamên komunê li nava kolanên Berlînê afîş daliqandin, belavok belav kirin û ji bo tevlîbûna li meşê bang kirin.
Çalakiya bangawaziyê ya endamên komunê ji Alexanderplatzê destpê kir û li Kottbusser Tor, Hermannplatz û Hermastrasseyê dewam kir.
Ciwan li nava kolan û taxan geriyan, agahî dan gel û banga tevlîbûnê kirin.