Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) beriya "Meşa Azadiyê" ya ku wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku di 6’ê Mijdarê de çirayên li dergah, komîte û malên xwe pêxin.
FEDA û DAKB’ê gotin, "Ev çira nûra Heq a ku rêya Meşa Azadiyê ya 8ê Mijdarê ya Kolnê ronî dike. Bila her çiraya were pêxistin wê bibe ronahiya azadî, aştî û hezkirina gelan."
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser hemû komkujiyên Elewiyan û wiha domand: ”Me komkujiyên li Dersim, Koçgirî, Meraş û Sêwasê ji bîr nekirine û em ê nehêlin ku werin jibîrkirin; ji ber ku heqîqet bêhempa ye û edalet nayê bêdengkirin."
Daxuyanî wiha berdewam kir: "Îro deriyê pêvajoya aştiya demokratîk ku mirov tê de bi azadî û wekhevî bijîn, hatiye vekirin. Mifteya girîng a vê pêvajoyê azadiya Birêz Abdullah Ocalan e."
FEDA û DAKB’ê bang li hemû saziyên Elewiyan, pîran, dayikan, ciwanan û giyanan kirin ku beşdarî meşa ku di 8’ê Mijdarê de were lidarxistin bibin û gotin, "Werin em di 6’ê Mijdarê de çirayên xwe pêxin; werin em di 8’ê Mijdarê de li qada Kolnê rû bi rû, dest bi dest û dil bi dil bên ba hev.”