Komek parlamenterên Meclisa Neteweyî ya Fransayê bang li raya giştî kirin ku li dijî êrîşên li ser modela Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkevin nava liv û tevgerê. Di daxuyaniya hevbeş de hat diyarkirin ku sîstema konfederal a demokratîk jiyana hevbeş a wekhev û azad di navbera gelên herêmê de pêkan dike û divê Tirkiye di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de "mafê hêviyê" yê Rêber Apo nas bike.
Daxuyanî bi vî rengî ye: "Em, wekî parlamenterên Meclisa Neteweyî ya Fransayê, bê sert û merc piştgiriya xwe ya ji bo gelên li herêma Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn radigihînin. Ev avaniya ku jin tê de roleke navendî dilîzin û li gorî rêgezên konfederalîzma demokratîk tê birêvebirin, modela rêveberiya civakên etnîkî, olî û çandî yên cihêreng -Kurd, Ereb, Asûrî, Êzidî, Xiristiyan…- bi hev re bijîn derxistiye holê.”
Lê ji sala 2012’an û vir ve, ev modela komunalîst bi êrîş û gefan re rû bi rû ye. Ji aliyekî ve rejîma Sûriyeyê ya ku serkêşiya wê Ahmed El Şara dike ji ber rejîma dîktator û xwînrij Beşar Esad ku hilweşan, ji hêla hêzên “rojavayî" ve tê rewakirin, çavên xwe ji komkujiyên li ser kêmneteweyên etnîkî û olî yên Elewî, Durzî û Xiristiyanan digire û polîtîkayên zordariyê bi taybetî li dijî jinan kûrtir kiriye: Cûdakarî, dûrxistina ji jiyana civakî û ferzkirina cil û bergên jî di nav de ne.
Ji aliyê din ve Tirkiye heta demak nêz jî bomberana li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kir. Tevî ku PKK li ser banga Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê kiribû, îradeya danîna çekan nîşan daye jî heta niha ji bo çareseriya demokratîk û parastina tecrûbeya demokratîk li Rojava ti pêşketinek şênber çênebûye.
Ji bo ku pêvajoya aştiyê bi rastî jî pêşve biçe, divê Tirkiye li gorî normên hiqûqî yên navneteweyî tevbigere û "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan nas bike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 9’ê Tîrmeha 2013’an de biryar da ku rakirina hêviya berdana bi şert li dijî rûmeta mirovan e û xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike. Li gorî vê yekê mafê her girtiyek heye ku rewşa wan ji nû ve were nirxandin.
Ji bo gelê Rojava, modela konfederalîzma demokratîk rêya sereke ya ji bo parastina hebûna xwe û jiyana kolektîf e. Azadiya Abdullah Ocalan ê ku wekî rêberê Kurdan tê gîtin, şertê jêveneger ê ji bo berdewamiya muzakereya aştiyê ya di navbera Tirkiye û Kurdan de ye. Divê Ocalan ê ku bîst û şeş sal in di girtîgehê de ye û hemû girtiyên siyasî li gorî peymanên navneteweyî di şertên mirovî de muameleyê bibînin.
Fransa, Ewropa û cîhan; deyndar û minetdarê gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd ên rola wan a diyarker di têkbirina DAÎŞ’ê de heye. YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi dayîna bedelên giran bi hezaran sivîl rizgar kirin, herêmên berfireh ên DAÎŞ’ê paqij kirin û berpirsiyariya rêvebirina van axan girtin ser xwe.
Em wekî parlamenterên Fransî daxwaz dikin ku Fransa ji bo rewşa endamên DAÎŞ'ê yên Fransî û malbatên wan ên ku niha li kampên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne gavên pêwîst bavêje, herî kêm jin û zarokan paşve vegerîne. Li gel vê em daxwaz dikin ku dawî li piştgiriya ji bo rejîma Ehmed El-Şara bînin û Tirkiye agirbestek mayînde ji bo Rojava qebûl bike û erkên xwe yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne.
Têkoşîna azadiya gelê Kurd û gelên bindest ên Sûriyeyê têkoşîna me ye jî; em ê îro û sibê jî parçeyeke vê têkoşînê bin.”
Navê îmzekaran bi vî rengî ne:
* Seroka Koma La France Insoumise: LFI ( Partiya Serî Natewînin a Fransayê) Mathilde Panot
* LFI: Emmanuel Fernandes
* Cîgira Serokê Meclîsa Neteweyî Nadège Abomangoli
* Cîgira Serokê Meclisa Neteweyî Clémence Guettê,
* Serokê Koma Xebatê ya Kurdan Thomas Portes
* LFI: Anaïs Belouassa-Cherify
* LFI: Christophe Bex
* LFI: Carlos Martens Bilongo:
* LFI: Pierre-Yves Cadalent
* LFI: Gabrielle Cathala
* LFI: Hadrien Clouet
* LFI: Jean-François Coulomme
* LFI: Sylvie Ferrer
* LFI: Arnaud Le Gall
* LFI: Muriel Lepvraud
* LFI: René Pilato
* LFI: Aurélien Tache
* LIOT (Koma Azadî, Serbixwe, Derveyî Welat û Herêman): Paul Molac
* EcoS (Konseya Aborî, Civakî û Jîngehê): Danielle Simonnet
* GDR (Koma Çep a Demokrat û Komarparêzan): Elsa Faucillon