Li bajarê Koln ê Elmanyayê wê di 8'ê Mijdarê de bi daxwaza "Azadî ji Reber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" meş û mîtîngek bê lidarxistin. Nûnerê DEM Partiyê yê li Elmanyayê Faysal Sariyildiz li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û bi vî rengî qala girîngiya vê meş û mîtîngê kir: "Tevgera Azadiyê ya Kurd bi dayina berdêlên giran 50 salan bê navber têkoşîn meşand û gihîşt asteke nû. Di encama vê têkoşînê de gelek dînamîkên civakî ava bûn, gelek destketî bi dest ketin, şoreş pêk hat. Dewleta Tirk bêçar ma û beriya salekê pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ev pêvajo ji aliyê derdoreke welê ya li nava dewletê hate destpêkirin ku di tundî û rijandina xwînê de israr dikir. Bêguman ev gelekî girîng bû.
DI ŞEXSÊ WÎ DE ÇARENÛSA GELEKÎ
Ji hin aliyan ve pêşî li Rêber Apo vekirin. Di şexsê wî de em qala çarenûsa gelekî dikin. Dema em qala azadiya wî dikin mebesta me azadiya gelekî ye. Rêber Apo 40 sal in pêşengî û rêbertiyê ji Tevgera Azadiyê re dike. Îmaja wî her tim di asta herî bilind de ye. Îradeya gelekî ye. Ev pêvajo jî tenê bi pêşengiya Rêber Apo dikare bi pêş bikeve.
RÊBAZÊN TÊKOŞÎNÊ YÊN NÛ YÊN ASTA NÛ
Derfet hene ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe. Gavên nû wê bêne avêtin. Gelê Kurd êdî bi derfetên teknîkên nû yên têkoşînê li çar parçeyan û Ewropayê divê daxwaza demokrasî, azadî û wekheviyê bilind bike. Divê em dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê. Çalakiyên bi vî rengî girîng e."
JI BO ZORÊ BIDE DEWLETÊ GIRÎNG E
Faysal Sariyildiz anî ziman ku konjonktura Rojhilata Navîn li aliyê gelê Kurd e û got, "Gelê Kurd li ser piyan e. Ji bo dewleta Tirk jî weke Tevgera Azadiyê bi rengekî stratejîk nêzî pêvajoyê bibe û derbasî qonaxeke nû bibe, çalakiyên girseyî gelekî girîng in. Divê mirov meş û mîtînga li Kolnê jî bi vî rengî bibînin. Lewma bang li gelê me dikim ku tevlî vê meşê bibe.
ÎSAL DIVÊ EM HÎN BÊHTIR BIHEJÎNIN
Di 8'ê Mijdarê de em ê li Kolnê bin. Çapemeniya Elman par ji bo meşê gotibû, 'Gelê Kurd Koln hejand'. Ya rast divê îsal em hîn bêhtir bihejînin. Êdî divê cîhan vê heqîqetê bibîne, mafên me nas bike. Bi baweriya ku azadî ji her demê bêhtir nêzî me ye, we hemûyan vedixwînim Kolnê."