Swîsre ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê amade ye
Li Swîsreyê ji bo meş û mitînga mezin ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidar xistin karekî xurt tê meşandin. Çav li rê ye ku ji Swîsreyê tevlîbûnek xurt çêbibe.
Li Swîsreyê ji bo meş û mitînga mezin ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidar xistin karekî xurt tê meşandin. Çav li rê ye ku ji Swîsreyê tevlîbûnek xurt çêbibe.
Di 8’ê Mijdarê de wê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Ji bo Rêber Apo azadiya fîzîkî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” meş û mitîngek mezin bê lidar xistin. Di vê çarçoveyê de li gelek bajarên Ewropayê ji bo tevlîbûna meşê xebatek xurt tê meşandin. Yek ji bajarên ku çav li rê ye tevlîbûnek xurt ji bo meş û mitîngê pêk bîne Swîsre ye.
Li hemû kantonên Swîsreyê xebatek berfireh tê meşandin. Xebatên ku ev demeke dirêje hatiye destpêkirin, di rojên dawî de di asta seferberiyê de didome.
Di serî de Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û rêveberên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêşengiya xebatan dikin û diçin serdana malbatan.
YJK-S: EM Ê DI 8’Ê MIJDARÊ DE LI KOLANÊN KOLNÊ BIN
Beriya niha li Swîsreyê CDK-S’ê û Komeleya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) daxuyaniyeke hevpar dabûn û ji bo meş û mitîngê banga seferberiyê û tevlîbûnê kiribûn.
YJK-S’ê têkildarê girîngiya meşa li Kolnê ev tişt gotin:
“Di 8’ê Mijdarê de em ê tevlî meşa ku wê bi dirûşmeya ‘Ji bo Rêber Apo azadî, ji bo Kurdistanê çareseriya siyasî’ bê lidar xistin, bibin. Em dizanin ku her gavek ji bo azadiya Rêber Apo bê avêtin, wê hem komployê têk bibe û hem jî rê li ber jiyanek demokratîk û azadiya jin, bawerî û gelan jî veke.
Di 8’ê Mijdarê de wê dengê gelan, civaka aştî û demokratîk li kolanên Kolnê deng vedin.”
LI ZURÎCHÊ ESNAF HATIN ZIYARETKIRIN
Hevserokên Dem-Kurd a Zurîh û Berdevka YJK-S’ê yê demê Selma Sûrîr di 3’yê Mijdarê de serdana esnafan kirin. Di serdanan de behsa girîngiya mitîngê hat kirin.
LI AARAU’YÊ MAL Û KAMP HATIN ZIYARETKIRIN
Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya û Hevseroka DKTM’ê ya Aarau Şehrîban Çalişkan tevî aktivîstên Meclîsa Jinan a Rojîn li kantona Aarauyê çûn serdana kampên ku piranî lê jin dimînin. Hevserokên ku serdana gelek kamp û malan kirin her kes bi taybetî jinan vexwendin mitînga li Kolnê.
LI LUZERNÊ XEBATÊN JI BO ‘KOLNÊ’
Yek ji kantonên ku xebat ji bo mitînga 8’ê Mijdarê lê bê navber tê meşandin, Luzern e. Li vir endamê dîwana KCDK-E Mûsa Farîslîogullari pêşengiya xebatan dike û bê navber serdan didomin.
LI CENEVREYÊ HER ŞEV XEBATÊN MALAN
Rêveberên NCDK'ê yê li Cenevreyê di çarçoveya xebatên mitînga 8’ê Mijdarê de giranî da serdana malan. Rêveberên NCDK'ê ku bi rengekî komî serdana malan dikin, gel vedixwînin mitîngê.