Li Helsînkiyê binçavkirina 3 çalakvanên Kurd hat şermezarkirin
Binçavkirina 3 çalakvanên Kurd li ber Wezareta Karên Hundir a Fînlandiyayê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de daxwaza berdana her 3 Kurdan hat kirin.
Binçavkirina 3 çalakvanên Kurd li ber Wezareta Karên Hundir a Fînlandiyayê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de daxwaza berdana her 3 Kurdan hat kirin.
Li paytexta Helsînkî ya Fînlandiyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina binçavkirina çalakvanên Kurd Naîm Acar, Ramazan Koyûn û Metîn Çelîk û lêgerîna li Navenda Civaka Kurd (NCK) a Helsînkiyê, li ber Wezareta Karên Hundir çalakî li dar xistin.
Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Fînî, Îngilîzî û Swêdî hatin xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser roja binçavkirina çalakvanan Kurd û serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a ji bo Helsînkî. Hat diyarkirin ku hikûmeta Fînlandiyayê ji bo ku hinek karên bazirganiyê bi hev re bikin, dixwaze xwe li ber çavê dewleta Tirk şirîn bike û çekan bifroşe Tirkiyeyê.
Di çalakiyê de hat gotin ku şerme ji bo dewleta Fînlandiya ku xwe li ber dewleta Tirkan ditewîne û hat destnîşankirin ku ji ber wê jî mafê derbirîna azad û rêxistinbûyîna mirovan sînordar dike. Hat diyarkirin ku piştî Fînlandiya kete NATO'yê êdî ne welatek bê alî ye û rêz li mafên mirovan nagire.
Hat xwestin ku demildest çalakvanên Kurd bên berdan û karên wiha carek din dubare nebin.