Kurdistanî ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakî li dar dixin.
Çalakiya vê hefteyê di şexsê Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed (Hulya Eroglu), Azê Malazgirt (Asli Ozkaya), Fermandarê Akademiyên Apolla Koçero Urfa (Metîn Arslan) û Çekdar Amed (Serhat Coşkun) ên şehîd bûne de, ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Endama Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Yekbûn Guneş îşaret bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo kir û wiha got: “Rêber Apo îro bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk re ku di 27’ê Sibatê de ragihand, vê paradîgmayê gihand asteke bilintir.
Ev paradîgma ji bo gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelên Tirkiye û Kurdistanê aştî û modela jiyaneke demokratîk pêşkêş bike. Pêkanîna vê paradîgmayê ji bo me talîmata Rêber Apo ye. Em careke din li vir soz didin ku em ê vê talîmatê bi cih bînin.
Li ser vê bingehê em ji 7’ê heta 70’ê salî bang li tevahî Kurdistanî û dostên wan dikin ku tevlî meşa mezin a Kolnê bibin ku wê di 8’ê Mijdarê de were lidarxistin.”
Kurdistaniyan piştî daxuyaniyê, çalakiya xwe heta saet 17:00’an domandin.
Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û YJK-S’ê ragihand ku hema hema wê ji her bajarên Swîsreyê otobûs û wesayîtên taybet ji bo meşa Kolnê rabin.
Li Cenevreyê jî di 7’ê Mijdarê de saet 23:00’an li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (Rue du Vieux-Billard 25 1205 ) otobûs rabin.