AGÎF’ê daxuyaniya nivîskî weşand û got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî dîl hate girtin û ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de tê girtin. Tevî hemû bangên saziyên navneteweyî jî, dewleta Tirk dev ji tecrîda mutleq û girankirî bernedaye. Berevajî vê, tecrîd ji Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê belav bûye. Polîtîkaya tecrîdê ya ku ji bo girtina girtiyên siyasî teslîm bigirin tê meşandin, li girtîgehan sînordar nemaye û li ser hemû beşên civakê berdewam dike."
BANG BEŞDARBÛNA MEŞA KOLNÊ HAT KIRIN
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Armanca polîtîkaya tecrîda girankirî ya ku li girtîgehên tîpa S û Y yên çalê tê sepandin ew e ku girtiyên şoreşger roj û ezman nebînin. Hemû hewşên ku bi temamî bi têlên rêsandî hatine girtin, tenê saetekê an du saetan dihêlin ku girtî derkevin hewşê. Girtiyên siyasî ji bo girtina girtîgehên tîpa çalê yên ku bi armanca yektîpkirin- tinekirin û teslîmgirtinê hatine avakirin, bi mehan e di greva birçîbûnê de ne û daxwaza girtina van girtîgehan dikin.
Demildest dawî li polîtîkayên tecrîda girankirî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên şoreşger tên meşandin bînin. Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de divê "mafê hêviyê" yê Ocalan were naskirin. Divê hemû girtiyên şoreşger werin berdan.
Wek Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanyayê (AGÎF), em bang li hemû karker û kedkarên koçber dikin ku beşdarî mîtînga ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên şoreşger û ji bo naskirina statu, nasname, mafên çandî û neteweyî yên demokratîk ên gelê me yê Kurd wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin bibin."