Di 3'ê Mijdara 2025'an de li başûrrojhilatê Fînlandiyayê di çarçoveya lêpirsîna 'fînansmana terorê' de ya ku Buroya Lêpirsînê ya Neteweyî (Keskusrikospoliisi-KRP) dimeşîne Naîm Acar, Ramazan Koyûn û Metîn Çelîk hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê li malan û li Navenda Civaka Kurd a li Helsînkiyê lêgerîn hate kirin.
Civaka Kurd a li Fînlandiyayê diyar kir ku binçavkirin di dema serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a li Fînlandiyayê de hate kirin û ragihand ku pêvajo xwedî aliyekî siyasî ye.
Di daxuyaniya Meclîsa Gelê Kurd de hate gotin, Kurdên li Fînlandiyayê bi hurmetdariya li qanûnan û di nava ahengiya bi civakê re tevdigerin, mafê wan ê herî xwezayî ye ku xwedî li sazî û nirxên xwe derkevin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Xwedîderketina li rêxistinî, nirxên siyasî û çandî yê Kurdan mafekî gerdûnî ye."
Kurdên li Fînlandiyayê ji bo nerazîbûnê nîşanî vê yekê bide wê roja Înê (sibe) saet di 12:00 de li ber Wezareta Karên Hundir a Fînlandiyayê çalakiyeke şermezarkirinê lidar bixin. Bang li gelê Kurd û hemû derdorên demokratîk û dostan hate kirin ku beşdarî çalakiyê bibin.
Navnîşana çalakiya şermezarkirinê bi vî rengî ye:
Adres: Kirkkokatu 12, Helsinki
Dem û saet: În, 12:00