Di muzakereyên li Brukselê ên tevahiya şevê de bi taybetî jî ji ber îtirazên Îtalyayê tawîzên girîng hatin dayîn.
YE’yê armanca xwe ya kêmkirina emîsyona gazên serayê ya li gorî asta salên 1990’î a ji sedî 90 a heya sala 2040’î parast.
Lê belê ji bo pêkhatina vê armancê, destûr hate dayîn ku ji sedî 5’ê kêmkirina emisyona dewletên endam li welatên derveyî YE’yê krediya karbonê were kirîn.
Her wiha rêya ku di pêşerojê de vê yekê derxînin ji sedî 10’an jî hate vekirin. Rêxistinên hawirdorê bi egera ku ev sererastkirin armancê lawaz dike, nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Her wiha berfirehkirina piyaseya karbonê ya ji trafîka rê û sektora germkirina bînayan re ji sala 2027’an ji bo sala 2028’an hate taloqkirin. Madeyeke sistkirinê ya têkildarî kontrolkirina yasaya avûhewayê ya du salan carekê jî hate erêkirin.
Rêxistinên hawirdorê diyar kirin ku tawîzên hatine dayîn li dijî serokatiya avûhewayê ye ku YE wê îdîa dike û saziyên YE’yê îfade kirin ku ev lihevkirineke ‘’ne gelekî baş e lê belê hewce ye.’’
Ev biryar, di serdemeke ku polîtîkayên têkildarî avûhewayê li Ewropayê di bin zexta siyaseta rastgiran û reqabeta aboriyê de hatin standin. Lihevkirin, wê di demên pêş de li Parlamentoya Ewropayê ji bo dengdanê were pêşkêşkirin.