BI DÎMEN

Beriya meşa Kolnê serdana esnafên li bajêr hat kirin

Beriya meşa mezin a ku bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” were lidarxistin, li Kolnê bi beşdariyeke berfireh xebata qadê hat kirin. Esnafên Kurd hatin agahdarkirin û banga piştgiriyê ji bo meşê hat kirin.

Amadekariyên meş û mitînga mezin a li bajarê Koln ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” were lidarxistin, didomin. Di vê çarçoveyê de li Kolnê bi beşdariyeke berfireh xebata qadê hate kirin û serdana esnafên li navenda bajêr hat kirin.

Li esnafên Kurd û dostên wan belavok hatin belavkirin û derbarê armanca meş û mîtîngê de hatin agahdarkirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCKD-E) Zubeyde Zumrut, Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurd li Elmanyayê KON-MED’ê Rûken Akça, hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê, hunermendê Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropayê (TEV-ÇAND) Hekîm Sefkan, nûnerên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) û endamên tevgera ciwanan beşdarî serdanan bûn.

Di serdana esnafan de armanca meşa 8’ê Mijdarê, paş plana siyasî û pêşketinên derbarê pêvajoya nû de nîqaş hatin kirin. Beşdaran girîngiya meşê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, misogerkirina azadiya Rêber Apo û pêvajoya çareseriya aştiyane û demokratîk de vegotin.

Di serdanên esnaf de bal kişandin ser beşdariya xurt a gel ku moral û hêzê bide pêvajoyê.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê Sîdar Ayhan daxuyanî da. Ayhan diyar kir ku meclisa Kolnê, meclisên jin û ciwanan ji bo meşa mezin amade ne û got, "Divê hemû gelê me wê rojê ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê be."

Piştî daxuyaniyê dirûşmeya "Jiyan Jiyan Azadî, Azad Bike Rêbertî" hat berzkirin.