Kurdên li Freiburg û Lahrê ji bo ‘Meşa Kolnê’ amade ne
Herêma Freiburg û Meclîsa Lahr û Komuna Jinan ji bo ‘Meşa ji Rêber Apo re Azadî’ ku di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, amadekariyên xwe temam kirin.
Herêma Freiburg û Meclîsa Lahr û Komuna Jinan ji bo ‘Meşa ji Rêber Apo re Azadî’ ku di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, amadekariyên xwe temam kirin.
Beriya meşê, serdana esnaf û malbatan hate kirin û li ser wateya polîtîk a çalakiyê agahdarkirin hatin kirin.
Hate diyarkirin ku gel di serdanan de nêzîkatiyeke hestiyar raber kiriye û ji bo meşê daxwaza wan a tevlîbûnê zêde bûye.
Di hevdîtinan de hate destnîşankirin ku meşa ku wê li Kolnê bê lidarxistin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya Kurdistanê xwedî peyameke polîtîk e.
Nûnerên Meclîsa Lahr, Komuna Jinan û tevgera ciwanan, bang li tevahî gel kirin ku bi awayekî xurt tevlî meşê bibin û diyarkirin ku meş îfadeya ruhê azadî û berxwedanê ye.
Hate diyarkirin ku li Freiburg û derdora wê jî amadekariyên meşê temam bûne, ji bo tevlîbûna meşa Kolnê otobus û wesayît hatine amadekirin.
Meclîsa Lahr, Komuna Jinan û tevgera ciwanan, ev peyam dan, “Em ê di 8’ê Mijdarê de bi moral û hêviyeke mezin li Kolnê bin.”