Endamên Meclîsa Jinan a Sara ku li bajarê Offenbach am Main ê Elmanyayê xebatê dikin, xebatên xwe yên ji bo meşa “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku di 8’ê Mijdarê de were lidarxistin, bêyî navber didomînin.
Jinan bi rojan in mal bi mal, esnaf bi esnaf digerin û banga tevlîbûna li meşê dikin. Danezan dikin qotiyên postayê û li taxan serdana malan dikin.
Endamên Meclîsa Jinan a Sara, van xebatan wekî parçeyek ji têkoşîna rêxistinkirî ya jinan dibînin. Di bangên tevlîbûnê de destnîşandikin ku azadiya Rêber Apo li Rojhilata Navîn mifteya aştiya mayînde û çareseriya demokratîk e.
Jinan diyarkirin ku meş ne tenê protestoyek, di heman demê de îfadeyeke xurt a îradeya çareseriya siyasî ye û wiha gotin, “Em amadekariyên meşê, tevî zehmetiyên mezin jî didomînin. Deriyê her malê didin û xwe digihînin hemû jinan. Wê di 8’ê Mijdarê de bi deh hezaran kes li Kolnê bê ba hev û daxwaza azadiyê bi dengekî bilind bîne ser ziman.”