Li Fînlandiyayê sê Kurd hatin binçavkirin

Li Fînlandiyayê di çarçoveya lêpirsîna "fînansekirina terorîzmê" de sê aktîvîstên Kurd hatin binçavkirin.

Binçavkirin bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re pêk hat. Civaka Kurd diyar kir ku dibe ku ev pêvajo bi armanca siyasî be.

Aktîvîstên Kurd Naîm Acar, Ramazan Koyûn û Metîn Çelîk di çarçoveya lêpirsîna "fînansekirina terorîzmê" ya ku ji aliyê Buroya Lêpirsînê ya Neteweyî (Keskusrikospoliisi-KRP) ve dihat meşandin, di 3’yê Mijdara 2025’an de li Başûrêrojhilatê Fînlandiyayê hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinan, li malên wan û li Navenda Civaka Kurd a li Helsînkî lêgerîn hat kirin.

Civaka Kurd a li Fînlandiyayê dijî, diyar kir ku balkêş e ku ev binçavkirin bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a Fînlandiyayê re hemwext pêk hat û got ku ev pêvajo bi armanca siyasî pêk hatiye.

Di daxuyaniya ji aliyê Meclisa Gelê Kurd ve hatî dayîn de hat diyarkirin ku Kurdên li Fînlandiyayê dijîn rêz ji hiqûqê re digirin û anî ziman ku xwedîderketina a li sazî û nirxan mafê wan ê bingehîn e. Daxuyaniyê wiha domand: "Mafê Kurdan ê rêxistinbûn û xwedîderketina li nirxên xwe yên siyasî û çandî heye û ev yek mafekî gerdûnî ye."

Malbatan diyar kirin ku wan xwe negihandiye agahiyên têr û zelal bi dest bixin û xwestin ku pêvajo li gorî hiqûqê, zelal û adil were meşandin.

Kurdên li Fînlandiyayê ragihandin ku ew ê roja Înê saet di 12.00’an de li ber Wezareta Karên Hundir ê Helsînkiyê çalakiya protestoyî li dar bixin û bi taybetî gelê Kurdistanê, derdorên demokratîk û dost vexwendin çalakiyê.

Navnîşana ku çalakiya protestoyî lê were lidarxistin:

Navnîşan: Kirkkokatu 12 - Helsînkî

Dîrok û dem: Înê - 12:00