Nobeta Azadiyê di hefteya 698’an de ye
Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji sala 2012’an ve bêyî navber li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike, ji aliyê sê welatparêzên ji herêma Saksonya hatin ve, hate dewrgirtin.
Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji sala 2012’an ve bêyî navber li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike, ji aliyê sê welatparêzên ji herêma Saksonya hatin ve, hate dewrgirtin.
Nobeta Azadiyê di hefteya xwe ya nû de ji aliyê ji aliyê sê welatparêzên ji herêma Saksonya ya Elmanyayê hatin ve, hate dewrgirtin.
Di koma nû de Mehmet Betal, Hesîf Tekîn û Nora Osman cih digirin.
Berdevkê komê, Mehmet Betal bi bîr xist ku ew ji sala 2012’an vê nobetê didomînin û wiha got: “Wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike.”
Betal bi berdewamî wiha got: “Azadiya Rêber Apo ji bo me pir girîng e. Bêyî Rêbertî jiyan nabe. Felsefeya Rêber Apo ji bo gelên mezlûm e. Ji bo azadiya hemû gelên mezlûm e.”
Betal destnîşan kir ku ew girtina Rêber Apo qebûl nakin û ew ê dev ji têkokşîna ji bo azadiya Rêber Apo bernedin.