Li Mannheimê ji bo meşa ji Rêber Apo re azadî stand hat vekirin
Li Mannheimê beriya meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, stand hat vekirin û belavok hatin belavkirin. Meclisê banga berşdarbûna meşê li gel kir.
Li Mannheimê beriya meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, stand hat vekirin û belavok hatin belavkirin. Meclisê banga berşdarbûna meşê li gel kir.
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê amadekariya "Meşa ji bo Rêber Apo re azadî” ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin bi hemû hêza xwe berdewam dike. Îro li navenda bajêr Paradeplatzê stand hat vekirin û belavok hatin belavkirin.
Meclisa Gelê Kurd a Mannheimê di çalakiyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de banga beşdarbûneke xurt ji bo meşa 8’ê Mijdarê hat kirin û wiha hat gotin: “Di 8’ê Mijdarê de em Kolnê kom bibin. Hemû amadekariyên me qediyane. Otobus û wesayît ji bo veguhestina mirovan hatine amadekirin. Em li bendê ne ku her kes beşdarî vê meşa dîrokî bibe."
Di bangewaziyê de li ser piştgiriya têkoşîna azadiyê rawestiya û ji gel hate xwestin ku bi girseyî beşdarî meşê bibin.