Kedkaran banga beşdarbûna meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê kirin
Endamên Nav Berlînê Ecevît Taşti û Davût Ovseme banga beşdarbûna meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê ku bi armanca azadiya Rêber Apo were lidarxistin, kirin.
Endamên Nav Berlînê Ecevît Taşti û Davût Ovseme banga beşdarbûna meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê ku bi armanca azadiya Rêber Apo were lidarxistin, kirin.
Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" a ku bi pêşengiya gelek kesayetên navneteweyî, rewşenbîr, nivîskar, fîlozof û hiqûqnasan 23’yê Cotmeha 2023’an hatiye destpêkirin, li gelek bajarên cuda yên Ewropayê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Li Kolnê heta niha bi beşdariya deh hezaran kesan du meşên mezin hatine lidarxistin û wê îsal wê meşa sêyemîn were lidarxistin. Amadekariyên meşa sêyemîn bi dawî bûn. Di serî de jin û ciwan, gelê Kurd û dostên wan ji bo beşdarbûna meşê bi ruhê seferberiyê dixebitin. Serdanên malan, hevdîtinên bi esanfûn herêmî re û xebatên kolanan didomin.
Kedkarên li Berlînê jî piştgirî dan meşê û banga beşdarbûnê kirin.
Kedkar û endamê Nav Berlînê Davût Ovseme ev tişt anî ziman: "Wekî ku em dizanin, dwê di 8’ê Mijdarê de meşek mezin were lidarxistin. Ev meş ji bo azadiya Rêbertiyê û hemû girtiyên siyasî ye. Em dixwazin bang li hemû kedkaran bikin. Divê ti kedkar ji xwe re ti hincetê nebîne û nebêje 'Karê min heye’, cihê xwe di meşê de bigire. Em jî kedkar in û li ser karê xwe ne, lê em ê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bin. Em hêvî dikin ku hemû kedkar tevlî meşê bibin û cihê me di meşê de bigirin."
Kedkarê bi navê Ecevît Taşti bal kişand ser girîngiya meşê û got, "Dema ku Rêber Apo biryara partîbûnê da, navê wê kir Partiya Karkerên Kurdistanê. Em wekî kedkar cihê xwe di meşê de bigirin. Em bang li her kesî dikin ku cihê xwe di meşê de bigirin. Werin em di Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Apo bicivin.”
Otobusên Berlînê wê 7’ê Mijdarê saet di 23:00an de ji Residenzstraße 54, 13409 Berlîn ber bi Kolnê ve bi rê bikevin.