Hunermend Hozan Xemdar krîza dil derbas kir
Hunermendê Kurd Hozan Xemdar li bajarê Bilefeld ê Elmanyayê krîza dil derbas kir.
Hunermendê Kurd Hozan Xemdar li bajarê Bilefeld ê Elmanyayê krîza dil derbas kir.
Hunermend Hozan Xemdar ku 38 sal in xizmetê ji çand û hunere Kurd re dike, roja Çarşemê krîza dil derbas kir. Hozan Xemdar tavilê bi ambulansê rakirin klîneke bajarê Bilefeld ê Elmanyayê û hate emeliyatkirin.
Hat hînbûn ku emeliyat bi qasî saet û nîvekê berdewam kiriye û rewşa wî hîn ne diyar e.