Elmanyayê biryara girtina komeleya ‘Muslim Interaktiv’ê stend

Wezareta Karên Hundirîn a Elmanyayê ragihand ku komeleya bi navê ‘’Muslim Interaktiv’’ bi egera ku li dijî pergala qanûna bingehîn dixebite, hatiye girtin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan tespît kiriye ku komeleya Muslim Interaktiv banga xelîfetê kiriye, mafên jinan red dike û li dijî Îsraîlê gotinên nefretê belav kirine.

Wezîrê Karên Hundirîn Alexander Dobrindt got: ‘’Muslim Interaktîv, rêgezên demokrasî û dewleta hiqûqî red dike. Em ê destûrê nedin ku rêxistinên bi vî rengî êrîşî civaka me ya azad û demokratîk bikin.’’

Piştî biryara têkildarî komeleyê li Hamburgê di saetên sibehê de li dijî heft navnîşanên cuda operasyonên biserdegirtinê hatin lidarxistin. 

Hate îfadekirin ku komeleya di sala 2020’an de hatiye avakirin, li ser medyaya dijîtal xwe gihandiye gelek kesan û propagandayeke îdeolojîk a otorîteya dewletê red dike, bi rê ve biriye.

LI DIJÎ HIN KOMELEYÊN DIN JÎ OPERASYON HATIN LIDARXISTIN

Di heman çarçoveyê de li eyaletên Berlin û Hessenê jî li dijî du komeleyên bi navên “Generation Islam” û “Realitat Islam” jî operasyonên biserdegirtinê hatin lidarxistin. Tê gotin ku ev komele jî bi heman awayî îdeolojiyên tundraw belav dikin.
Elmanyayê di van salên dawîn de li gel zêdebûna êrîşên cîhadîst û nîqaşên li dijî penaberan zexta li ser torên tundraw ên olî zêde kiriye. Di sala 2021’an de rêxistina bi navê ‘’Ansaar’’ bi egera ku di bin navê alîkariyê de alîkariya madî daye avaniyên tundraw ew qedexe kiribû.  
Piştî sala 2015’an û hatina bi hezaran penaberên ji Sûriye û Efxanistanê, li Elmanyayê nîqaşên têkildarî koçberî û ewlehiyê zêde bûbûn û di vê pêvajoyê de dengên Partiya AfD a rastgira tund gelekî zêde bûbûn. Hikûmeta Serokwezîrê nû Friedrich Merz jî ji bo sekinandina vê zêdebûna dengên partiya rastgir serî li tundkirina polîtîkayên penaberan da.