Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz, bi daxwaza Elmanyayê di Adara 2023’an de li Qibrisê hate girtin. Piştre tevî statuya wî ya penabertiyê a siyasî li Qibrisê jî, radestî Elmanyayê kirin. Dadgeha Bilind a Herêma Hamburgê, di 2'yê Îlona 2024’an de li gorî xalên 129a û 129b ên Zagona Cezayan a Elmanî, 4 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Ayaz birî. Di binê biryarê de, îdîayên ku Ayaz neh xwepêşandanên aştiyane yên têkildarî çand û mijarên mirovî yên Kurdî organîze kiriye û beşdarî wan bûye cih girtin.
Parêzerên parastinê yên Ayaz, ku hê jî li Girtîgeha Navendî ya Lefkoşeyê tê ragirtin, anîn ziman ku biryara mehkûmiyetê darizandinek neheq e û bi sedemên siyasî hatiye dayîn û biryar birin DMME’yê. Parêzera Ayaz Antonia Von Der Behrens, bal kişand ser wê yekê ku biryara daraza Elmanî, xala 11’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê azadiya kombûn û rêxistinbûnê, û herwiha xala 6’an a ku mafê darizandina adil saz dike, îxlal kiriye. Parêzer Behrens, bal kişand ser wê yekê ku mehkûmiyet bi sedemên siyasî hatiye dayîn û tekez kir ku sûcdarkirina beşdarbûna xwepêşandanên aştiyane ji aliyê dadgeha li Elmanyayê ve ne hiqûqî ye.
Di nivîsa serîlêdanê de, Parêzer Behrens diyar kir ku wan biryara DMME’yê yê derbarê Selahattin Demirtaş de referans girtiye û tekezî li ser wê yekê kirine ku di dozên siyasî de çawa azadiyên bingehîn bi hinceta delîlên lawaz tên îxlalkirin, û got, "Beşdarbûna xwepêşandanên aştiyane nikare bibe mijara sûcdariyê û sînordarkirina vî mafî bi îdîaya 'endamtiya rêxistinê' ji aliyê dadgehê ve nayê qebûlkirin."
Parêzer Behrens bi bîr xist ku Kenan Ayaz di meha Îlonê de ji Elmanyayê vegerandiye Qibrisê û cezayê wî yê mayî li wir dikişîne, û got ku wan betalkirina biryarê û berdana miwekîlê xwe ji DMME’yê xwestine. Parêzer Behrens, diyar kir ku doza ku wan birine DMME’yê, dê di têkoşîna azadiya îfade û kombûnê ya Kurdan a li Ewropayê de bibe xalek krîtîk.
KENAN AYAZ LI QIBRISÊ GIRTÎ YE
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz, ji ciwaniya xwe ve di siyaseta demokratîk a Kurd a legal de kesekî çalak e. Ayaz ku li Tirkiyeyê di partiyên siyasî yên legal ên wekî DTP’ê de erên girîng girtibûn ser xwe, ji ber dozên li ser wî hatibûn vekirin, di sala 2010’an de li Qibrisê îltica kir û statuya penaberê siyasî bi dest xistibû.
Ayaz, ku di Adara 2023’an de li Balafirgeha Larnaka ya Qibrisê hate girtin, di çarçoveya Biryara Girtinê ya Ewropî (EAW) ya ku ji aliyê Elmanyayê ve derbarê wî de hatibû derxistin, ji Elmanyayê re hate îadekirin. Dadgeha Bilind a Herêma Hamburgê ya li Elmanyayê, di 2'yê Îlona 2024’an de li gorî xalên 129a û 129b ên Zagona Cezayan a Elmanî, bi îdîaya endamtiya PKK’ê 4 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Ayaz birî. Dadgehê, îdîayên ku Ayaz neh xwepêşandanên aştiyane yên têkildarî çand û mijarên mirovî yên Kurdî organîze kiriye û beşdarî wan bûye, di biryarê de wekî bingeh girt.
Ayaz, di Îlona 2025’an de dîsa ji Elmanyayê vegerandiye Qibrisê û niha li Girtîgeha Navendî ya Lefkoşeyê ya li Qibrisê tê ragirtin.