Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin ji qada navneteweyî piştgiriyê werdigire. Sekreterê Giştî yê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Dylan Boutiflat pêvajoya li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji ANF'ê re nirxand.
'DIVÊ TIRKIYE FIRSENDA KU OCALAN PÊŞKÊŞ KIRIYE BINIRXÎNE'
Boutiflat anî ziman ku hem weke partî hem jî weke çep a Fransayê ew ji ber pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kêfxweş in ku Rêber Apo daye destpêkirin û got, "Lîderê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bêçekkirina hêza leşkerî ya PKK'ê hem nexşerêyeke siyasî hem jî rêbaza diyalogê pêşniyar kir. Bêyî ku li benda azadiya xwe bisekine ev yek pêk anî, ku nîşan da bê xwedî mejiyekî çawa yê siyasî yê mezin e.
Ev nêzîkatiya Ocalan bi temamî li çavdêriyên me tê ku beriya bi demekê li gel komek ji parlamenteran me serdana Rojava kiribûn. Civandina her kesî li dora heman maseyê, hevkariya hemû pêkhateyên civakê. Ev rewş ku îro li Rojava pêkan e, li Tirkiyeyê jî dikare pêk were. Ji ber vê jî ev firsenda dîrokî ya ku Abdullah Ocalan û hêzên siyasî yên Kurd pêşkêş kirine ji bo paşeroja Tirkiyeyê divê bê nirxandin."
Boutiflat işaret bi girîngiya îradeya diyalogê kir û destnîşan kir ku Rêber Apo bi rastî jî gaveke gelekî diyarker avêtiye.
'OCALAN ALTERNATÎFEK JI BO HERÊMÊ AFIRAND'
Dylan Boutiflat got, di demekê de ku li cîhanê şer û biçekbûn zêde bûye, helwesta Rêber Apo ya li aliyê aştî û diyalogê gelekî bi wate û hêja ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Peyama aştî û diyalogê ya Ocalan, li şûna komkujî, tundî û mirinên bi dehan sal in dewam dike ji bo vekirina rûpelekî nû hêjayî pesindayinê ye. Ev yek ji bo destpêkirina diyaloga li Rojhilata Navîn, ji bûyerên navbera Îsraîl û Fîlîstînê heta bi Lubnanê girîng e, ku dikare bersiva xwe bibîne. Bi dîtina min gelek hêman hene ku derketine holê; ev jî berhemên wan tovan e ku bi banga diyalog û bêçekbûnê ya Ocalan hatine çandin."
'OCALAN DIVÊ TAVILÊ BÊ BERDAN'
Boutiflat destnîşan kir ku PKK bi gavên avêtiye samîmiyet û biryardariya xwe ya ji bo aştî û diyalogê nîşan daye û got, "Her tiştên ku Abdullah Ocalan îro dike bi rastî jî çalakiyeke wêrekiyê ye. Ev gavên ku ji aliyê wî û PKK'ê ve hatine avêtin di heman demê de divê ji aliyê saziyên erkdar ên Tirk ve jî bersiva xwe bibînin. Lê belê bi dîtina min Erdogan ji vê pêvajoyê ditirse. Êrişên li ser muxalîfan mînaka vê yekê ye. Erdogan êdî hêza xwe winda dike Li ser zemîna nîqaşa siyasî ya ku Ocalan û Kurd ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane pêşkêş kirine, Erdogan hêz û kontrolê winda dike. Aliyekî din ê girîng ê pêvajoyê ew e ku ne tenê di navbera hin aliyan de ye Mînak, girîng e ku di vê pêvajoyê de lîderiya MHP'ê heye. Ev rewş ji bo veguherîna civaka Tirk hin tiştan ji me re dibêje.
Çareseriya pirsgirêka Kurd û nîqaşên li ser vê yekê ew nîqaş in ku wê Tirkiyeyê demokratîk bikin. Her gava ku Ocalan diavêje, nîşan dide ku tevkariyê li hêviya jiyana bi hev re û perspektîfa paşerojeke bi civaka Tirkiyeyê, tevkariyê li îradeya avakirina diyalogê ya navbera aliyan dike."
Dylan Boutiflat destnîşan kir ku li pêşberî gavên ji aliyê PKK'ê ve hatine avêtin dewleta Tirk neçar e ku guherîneke dîrokî qebûl bike û got, "Divê Tirkiyeya demokratîk bê avakirin ku daxwaza civakan e. Sîstemeke welê bê avakirin ku mafên hindikahiyan nas dike, wekheviya jin û mêr misoger dike, ne tenê aliyek serwer e lê her kes lê wekhev e. Ji bo serketina vê pêvajoyê gavên pêwîst divê hemû tavilê bêne avêtin. Weke ku min berê kir, ez careke din bang dikim ku divê Ocalan êdî azad bibe. Li gel Ocalan divê girtiyên siyasî hemû bêne berdan."
'DIVÊ DAWÎ LI DAGIRKERIYÊ BÊ ANÎN'
Boutiflat diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de divê dewleta Tirk xwe ji herêmên dagirkirî yên li Sûriyeyê vekişîne û got, "Ya rast, di vê pêvajoyê de divê artêşa Tirk hin gavan biavêje. Mînak; divê xwe ji herêmên li Sûriyeyê dagir kiriye vekişîne. Di serî de herêmên dagirkirî divê hêzên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê bi temamî vekişîne. Ne tenê li Sûriyeyê divê hêzên xwe yên li herêma Başûrê Kurdistanê jî vekişîne.
Danûstandinên min bi rêveberiya li Rojava re heye ku dibêjin mirovên ji herêmên dagirkirî, mînak weke Efrînê hîn jî li binê konan di nava şert û mercên zehmet de ne. Eger wê qala diyalogekê bê kirin, divê ev mirov êdî bi rengekî azad li warê xwe bin. Her wiha divê sûcên li dijî mirovahiyê yên li van herêman bêne zelalkirin û berpirsyar bêne darizandin."
'DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ DEWAM BIKIN'
Sekreterê Giştî yê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Dylan Boutiflat bal kişand ser girîngiya dewamiya piştgiriya derdorên demokratîk ên Ewropî ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdan û got, "Em Ewropî beriya her tiştî ji bo misogerbûna statuya Rojava û pêşvebirina polîtîkayên cemaweriyê her cûre piştgiriyê bidin. Fransa û Ewropa bi taybetî ji bo avakirina sîstemeke dadgeriyê dikarin bibin alîkar. Her wiha divê em karibin bersivê bidin hemû pêwîstiyên Rojava. Xusûsa duyemîn jî divê em piştgigriyê bidin afirandina Sûriyeyeke demokratîk û Tirkiyeyeke demokratîk. Pêvajoya ku Ocalan da destpêkirin asteke erênî daye vê rewşê. Lewma divê bi her awayî piştgirî ji vê pêvajoyê re bê dayin."