BI DÎMEN

Li Ewropayê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Ji bo têkoşînekî aşîtiyê ya bi rûmet berpirsyariya her kesî heye

Di çalakiyên 25’ê Mijdarê ya li bajarên Ewropayê de, rola jinan a di siyasetê de, têkoşîna li dijî tundiya dewlet-mêr û cihê diyarker a jinan di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, hate nirxandin.

Li gelek bajarên Ewropayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de, çalakiyên rêxistinên jinên Kurd berdewam dikin. Di çalakiyên ji Swîsreyê heta Elmanyayê de, ji cihê jinan a li siyasetê heta pêwîstiya têkoşîna birêxistinkirî ya li dijî tundiya mêr-dewlet, gelek sernav hatin nîqaşkirin.

LOZAN

Çalakiyên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) têne lidarxistin, li Lozanê dewam kir. Ji aliyê Meclîsa Jinan a Lajîn ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk panela bi sernavê “Rola jinan a di pêvajoyên aştî û civaka demokraîk de” hate lidarixstin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar wekî axaftvan tevlî panelê bû.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar pêşketina têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd vegot û destnîşan kir ku jinan di siyasetê de dikin armanc. Ûçar wiha got: “Hevserokên me yên jin wekî ku ji aliyê KCK’ê ve hatine erkdarkirin, darizandin. Ji ber ku dewlet êdî vê dibêje; nabe jin di siyaset, qada giştî de bibin; ger bibin wê pergaleke nû ya alternatîf derxin. Ev jî wê pergala serweriya mêr têk bibe. Me weke jin di siyasetê de çi kir? Em li şûna avakirina desthilatdariyeke, çûn guherîneke ku bê ka em hêza di mêr de kom bûye çawa ji bo berjewendiya civakê biguherînin. Dema ku jin jî di siyasetê de cih girt, hevsengî guherî. Azadî û wekheviya jinan, di hemû komîsyonan û mekanîzmayên biryarê de cih girtin. Piştre jî rêxistinên xweser a jinan pêş ketin.”

Ûçar bal kişand ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û diyar kir ku zîhniyeta dewletê ya tekparêz di bingeha pirsgirêkên gel de ye.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bang li her kesên li Ewropayê jiyan dikin kir ku tevkariya pêvajoya aştiyê bikin û cîhgirtina PKK’ê ya di lîsteya terorê de wekî “komployê” bi nav kir. Ûçar wiha got: “Tevgera Kurd dema dibêje guherîn û veguherîn, tenê xwe naguherîne, bi xwe re civakê jî diguherîne. Niha pêvajoyek heye û em gelek girîngî pê didin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala du komployan dike. Ya yekemîn, komploya 1998’an, ya din jî cîhgirtina PKK’ê ya di lîsteya rêxistina terorê de ye. Niha erk dikeve ser milê her kesên li dîasporayê. Ev erk çi ye? Pişgirîkirina aştiyê ye. Divê em wekî civak li kêleka kesên bindest bin. Divê ji bo têkoşîneke aştiyê ya bi rûmet hewldan nîşan bidin.”

Panel bi pirs û nirxandinên beşdaran dewam kir û bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

OFFENBACH

Li bajarê Offenbach ê Elmanyayê, bi wesîleya 25’ê Mijdarê ji aliyê Meclîsa Jinan a Sara ve semînerek hate dayîn. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî tevlî semînerê bû. Di semînerê de rêbazên têkoşînên jinan a cîhanê û Tevgera Jinên Kurd a li dijî tundiya mêr-dewletê hate nirxandin.

Di semînerê de hate destnîşankirin ku têkoşîna birêxistinkirî şertê bingehîn a azadiya jinê ye. Her wiha hate diyarkirin ku modernîteya kapîtalîst xwe bi hêza dewlet û mêr didomîne.

Semîner piştî beşa pirs-bersiv bi dawî bû.

BREMEN

Meclîsa Jinan a Sêvê ku li bajarê Bremen ê Elmanyayê xebatê dike, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji bo balê bikşîne ser tundî û komkujiyên li dijî jinan panelek li dar xist. Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Kezban Dogan wekî axaftvan tevlî panelê bû. Dogan destnîşan kir ku tundiya li ser jinan li gelek cihên cîhanê bi awayekî sîstematîk dewam dike.

Kezban Dogan kuştina jineke ku di demeke nêz de li Elmanyayê pêk hat, bi bîr xist û wiha got, “Her roj jinek tê qetilkirin. Rêya rawestandina vê ji rêxistinbûn, xurtbûn û piştevaniyê derbas dibe.”

Beşdaran jî li dijî zîhniyeta serweriya mêr û feodal banga têkoşîna hevpar kirin. Panel bi banga rêxistinbûneke zêdetir ya li dijî êrîşên li ser jinan bi dawî bû.