Li Ewropayê stend-up a ‘Dawiya Dawî’ hat lîstin
Şanoger Ozcan Ateş bi stand-up a bi navê “Dawiya Dawî” li hin bajarên Ewropayê derket pêşberî şanohezan.
Şanoger Ozcan Ateş bi stand-up a bi navê “Dawiya Dawî” li hin bajarên Ewropayê derket pêşberî şanohezan.
Şanogerê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş bi şanoya xwe ya yek kesî ango stend-up ku ji bo cara duyemîn e li Ewropayê derdikeve pêşberî temaşevanan. Stund-up bi vegotina serpêhatiyên pêkenokî yên di nava jiyana rojane de, rastî eleqeyeke xweş a dilsozên çandê hat.
Şanoger Ozcan Ateş li ser pêkêşkirina vê stend-up ê wiha got: “Em di demên borî de jî gelek caran derketine pêşberî temaşevanan. Herî dawî jî beriya çend mehan daxwaz hate kirin ku ez stend-up a xwe ya ‘Dawiya Dawî’ dîsan pêşkêşî temaşevanan bikim. Îsal yekemîn em çûne bajarê Essen a Elmanyayê. Li wî bajarî gelek kar û xebatên çandî hunerî têne kirin. Em derketin ser dikê. Hem enerjiyeke pir xweş ji gel hebû, hem jî me enerjiyeke baş girt. Her çendî di heman roja ku ez ê derketibama, konsereke cuda hebû û eywana ku ji bo me hatibû amadekirin, dil dixwest ku hejmareke mezintir beşdar bibûya, lê ji bo min a herî girîng ew bû ku her kes bi ken û keyfxweşiyeke mezin ji salonê veqetiyan. Li Amsterdam û Den Haag ên Hollandayê jî ji ber hin lawaziyan hejmara beşdarvana her çendî qels be jî, bi germahiyeke xweş hate borandin. Di warê dem, diyarkirina cih û roj jî dikarin bandorî bikin. Li Brukselê jî ji ber sedemên teknîkî hinek lawaz derbaz bû.”
Ateş wiha berdewam kir: “Bi taybet li Ewropayê di warê kar xebatên çand û hunerî û bi taybet şanoyê de em dikarin bibêjin ku hîna ew çand nehatiye rûniştandin. Her wiha di warê organîzekirinê de hinek lawazî hene. Ji xwe dema me li Amedê jî dest bi vî karî kir, wisa bû. Lazime ku di dema pêş de ev kar-xebatên wisa yên çandî berfirehtir bibe. Em bi hêvîne ku di warê xwedîderketina li kar û xebatên wisa re eleqeyeke pir mezintir were nîşandan.”
Bajarên ku stend-up lê hatin pêşkêşkirin ev in: Di 14'ê Mijdarê de li bajarê Essen. Di 15'ê Mijdarê de li bajarê Amsterdamê. Di 16'ê Mijdarê de li bajarê Den Haagê û herî dawî di 18'ê Mijdarê de li bajarê Brûkselê bû.