BI DÎMEN

Konferansa ‘Bi hev re şêwedayîna jiyanê’ didome

Di konferansa ku li Bonnê tê lidar xistin de bi sernavê ‘Faktorên Hundir û Derve yên Avakirina Jiyaneke Demokratîk’ pêşkêşî hatin kirin. Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî yên dîlgirtî jî ji konferansê re peyam şandin.

Konferansa ku bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Aştiyê bi sernavê “Bi hev re şêwedayîna jiyanê: Pêvajoya Çareseriyê ya li Tirkiyeyê û Perspektîfa Siberojê” bi nîqaşan didome.

Li ser navê Heyeta Bawermendan Dr. Dîlek Kurban, der barê armanca konferansê de axivî û wiha got, “Em li vir ji ber baweriya xwe bi çareseriyeke demokratîk û aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd kom bûne. Aştî tenê bi îradeya xurt a civakê mimkun e û em li vir in ku vê daxwazê mezin bikin.

Damezrandina QAD’ê hilbijartinek hişmend bû; baweriya damezrîneran bi aştiyê ev komele aniye rewşa wê ya niha. Tevkarî, wêrekî û vîzyona Selahattîn Demîrtaş ya ji bo komeleyê girîng e û em bi xemgînî bêparkirina wî ya neheq ji azadiya wî tînin ziman.

Em komek in ku ji bo aştî û mafên mirovan li Tirkiye, Ewropa û Kurdistanê dixebitin. Armanca me ew e ku piştgiriya civaka sivîl ji bo pêvajoya aştiyê xurt bikin.”

JI DEMÎRTAŞ Û MIZRAKLI PEYAM

Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî ji Girtîgeha Edîrneyê beşdarên konferansê silav kirin û behsa girîngiya konferansê ku ji hêla QAD’ê ve hatî organîzekirin kirin.

Demîrtaş û Mizraklî, diyar kirin ku dijberî û fikar xwezayî ne û ev nîqaş dê aqilê hevpar xurt bikin. Her wiha dan zanîn ku tevî girtina wan a neheq jî, ew piştgiriyê didin hewldanên aştiyê.

Demîrtaş û Mizrakli, diyar kirin ku Rêber Apo bi biryar e ku çekan deyne û wî di danûstandinên xwe de ji bo misogerkirina fonksiyona siyaseta demokratîk ev xet parastiye. Wan her wiha piştgiriya xwe ji bo vê perspektîfê diyar kirin.

Demîrtaş û Mizrakli di peyama xwe de anîn ziman ku qonaxa herî zehmet a avakirina aştiya erênî di nav civakê de ye û diyar kirin ku konferans dê di vê pêvajoyê de pêşengî bike.

‘FAKTORÊN HUNDİR Û DERVE AVAKIRINA JIYANEKE DEMOKRATÎK DIYAR DIKIN’

Rûniştina yekem a konferansê bi sernavê ‘Faktorên ku li Hundir û Derve Avakirina Jiyaneke Demokratîk Diyar Dikin" bû. Moderator Prof. Dr. Naîf Bezwan bû û Prof. Dr. Hamît Bozarslan û Parlamentera DEM Partî Ayşegul Dogan pêşkêşî kirin.

Bezwan, destnîşan kir ku aştî ne tenê dawiya pevçûnê ye, di heman demê de pêvajoyek veguherîner e. Bezwan, da zanîn ku 5 şêwayên cuda yên aştiyê hene û got ku pergala cîhanî ya heyî li ser aştiya olîgarşîk ava bûye.

Ayşegul Dogan, têgihîştina aştiyê ya DEM Partiyê wekî "aştiyeke bi rûmet, wekhev, dadperwer û mayînde" pênase kir. Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku ev pêvajo ne tenê bêdengkirina çekan e, di heman demê de veguherîneke stratejîk û demokratîk e. Ayşegul Dogan, diyar kir ku aştî û demokrasî ji hev nayên veqetandin û got ku danûstandina demokratîk û civaka demokratîk bingeha vê nêzîkatiyê pêk tînin.

Ji aliyê din ve, Hamît Bozarslan, jî diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne "pirsgirêkek terorê" ye, pirsgirêkek dîrokî û civakî ye ku ji sedsala 19’an heya roja îro dirêj dibe. Bozarslan, da xuyakirin ku pirsgirêk nikare bi çarçoveyek ewlehiyê ve were sînordarkirin; çareserî di têgihîştina pirsgirêkê de di çarçoveya wê ya dîrokî, çandî û rewşenbîrî de ye.