Federasyona Civakên Kurdistanê ya Bakurê Elmanyayê (FED-DEM) banga beşdarbûna doza penaberiyê ya Mehmet Çakas a ku ku wê 24’ê Mijdarê roja Duşemê li Luneburg ê Elmanyayê pêk were, kir. FED-DEM’ê daxuyand ku çalakvanê Kurd ê ku dixwazin radestî Tirkiyeyê were kirin. wê bi cezayê muebbeta girankirî re rû bi rû bimîne û xwest ku dersînorkriina Çakas were rawestandin.
Hevserokên FED-DEM’ê di daxuyaniya nivîskî de gotin, "Mehmet Çakas wê di 24’ê Mijdarê de li Dadgeha Îdarî ya Luneburgê were darizandin. Rayedar dixwazin wî dersînorî Tirkiyeyê bikin, lê li wir cezayê muebbeta girankirî li benda wî ye. Ev ceza tê wateya heta mirinê wê di girtîgehê de be."
‘DIVÊ ELMANYA NEBE HEVKARÊ ZILMA SIYASÎ’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi saya kampanyayên li seranserê welêt ên di meha Tebaxê de, dersînorkirin bi awayekî demkî hatiye rawestandin û wiha berdewam kir: “Niha dersînorkirina mayinde dixwazin. Em banga beşdarbûnek girseyî ya ji bo danişîna Çakas dikin. Divê Elmanya nebe hevkarê zilma siyasî."
BANGA BEŞDARBÛNA GIRSEYÎ HAT KIRIN
Danişîn wê 24’ê Mijdarê roja Duşemê saet 13:30’an de li Hola 1 a Dadgeha Îdarî ya Luneburgê pêk were. Li hola dadgehê ji bo temaşevanan tenê 30 kursî hene. Ji ber hesasiyeta dozê, tê payîn ku beşdarbûnek mezin çêbibe. Berdevka siyaseta derve ya Koma Partiya Çep a Bundestagê Cansû Ozdemîr û nûnerên gelek rêxistinên sivîl wê beşdar bibin.