DAKB’ê di daxuyaniya xwe de ya bi wesîleya 25’ê Mijdarê weşand, diyar kir ku di navbera salên 2022-2024’an de li Elmanyayê tundiya li dijî jinan gihaye astek mezin û da zanîn ku stargeh û mekanîzmeyên piştgiriya jinan xwedî çavkaniyên sînordar in.
DAKB’ê, ragihand ku dê name ji bo Parlamenta Elmanyayê û meclîsên eyaletan re werin şandin. Di nameyên ku bên şandin de ev daxwaz dê cih bigirin:
-Divê dewlet berpirsyariyên xwe ji nû ve binirxîne: Divê dezgehên darazê, sazî û hêzên ewlehiyê, ji bo pêşî li kuştina jinan bigirin çalak tevbigerin û bibin xwedî stratejiyek ku pêşî li tundiyê bigirin.
-Li Elmanyayê di qanûnên nirxandina gef û tundiyên hevser de kêmahî hene; divê di rewşên xetereya mezin de tedbîrên parastinê yên xurtir werin pêkanîn.
-Xurtkirina mekanîzmayên parastinê: Divê stargeh, navendên şêwirmendiyê û xetên piştgiriyê baştir werin fînansekirin û divê ji bo jinên koçber xizmetên çandî û ziman ên gihîştî werin peyda kirin.
- Giranî dayîna bernameyên perwerdehiyê ji bo mêran: Divê qalibên 'fêrkirina mêraniyê' werin guhertin û li hemberî tundiyê rexnedayîn, empatî û hesta berpirsiyariyê werin pêş xistin. Perwerde ne tenê divê li ser agahdariyê, di heman demê de li ser guhertina tevgera mêranî jî were sekinandin.
DAKB’ê, bibîr xist ku têkoşîna jinan erkeke ku divê rojane were bicih anîn û banga rêxistinbûnê li jinên Elewî û koçberan kir; di heman demê de bang li mêran kir ku li ser fêrkirina mêraniyê lêhûrbin.
Daxuyanî bi peyama piştgiriyê ji bo hemû jinên ku ji ber tundiya mêr û dewletê jiyana xwe ji dest dane, bi dawî bû.