Li Frankfurtê li dijî tundiya li ser jinan, rêyên têkoşînê hatin nîqaşkirin

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara ji bo jinan semînerek hate dayîn. Di semînerê de rehendên tundiya li ser jinan hate nîqaşkirin û banga têkoşîna rêxistinkirî ya xurt hate kirin.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî semînerek hate lidarxistin.

Semîner bi vegotinên Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê , endama Jineolojiyê, endama Komîetya Jin Jiyan Azadî ya ji Rojhilatê Kurdistanê û jineke ku li Elmanyayê piştevaniyê dide jinên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, hate meşandin. Di semînerê de rehendên tundiya li ser jinan bi berfirehî hate nîqaşkirin.

Her wiha bal kişandin ser rehendên dîrokî ya pirsgirêkên jinan û jinên pêşeng ên wekî Xwişkên Mîrabel, Rosa Luxemburg, Sakîne Cansiz û Nagîhan Akarsel berdêl dane, hatin bi bîr anîn.

Hate diyarkirin ku li dijî kuştinên jinan ên ku her roj dewam dikin, pêwîstî bi helwestekî rêxistinkirî heye û peywendiya dîrokî ya qirkirina jinê û berxwedana jinê hate nîqaşkirin. Semîner piştî nîqaşên beşdaran bi dawî bû.