Kurdên Fînlandiya girtina aktîvîstên Kurd protestokirin
Kurdên Fînlandiya û dostên wan li ber deriyê Wezareta Edaletê ya li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, ji bo protestokirina girtina sê aktîvîstên Kurd, çalakiyeke protestoyî li dar xistin.
Kurdên Fînlandiya û dostên wan li ber deriyê Wezareta Edaletê ya li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, ji bo protestokirina girtina sê aktîvîstên Kurd, çalakiyeke protestoyî li dar xistin.
Kurdên Fînlandiya û dostên wan li ber deriyê Wezareta Edaletê ya li paytexta Fînlandiya Helsînkiyêgirtina sê aktîvîstên Kurd protestokirin.
Sê aktîvîstên Kurd di roja 3'ê Mijdara 2025'an de, bi tohmeta "piştgiriya terorê" hatin desteserkirin û heta niha nehatine berdan. Herwiha, li komeleya Kurdî û malên çalakvanan jî lêgerîn hatibûn kirin.
Ev cara sêyemîn e ku Kurd û rêxistinên dostên wan li ber wezareta peywendîdar çalakiyê dikin. Kurd û dostên wan destnîşan dikin ku girtina çalakvanên Kurd bi hatina Hakan Fîdan bo Fînlandiyayê re têkildar e. Ew dibêjin ku ev biryara girtinê biryareke siyasî ye û serçemandin e ji bo daxwazên zordar ên hikûmeta Tirkiyeyê.
Li çalakiyê daxuyanî hatin dayîn û daxwaza demildest berdana çalakvanên Kurd hate kirin. Çalakvanan diyar kirin ku hikûmeta Fînlandiyayê ji bo berjewendiyên bazirganî azadiya derbirînê, mafên mirovan û demokrasiyê binpê dike û sînordar dike.