Li Marsîlyayê li dijî tundiya li ser jinê çalakiyeke girseyî hat lidarxistin
Jinên ku li ser banga Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li hev civiyan, li dijî tundiya li ser serweriya mêr meşek lidarxistin û jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn.
Jinên ku li ser banga Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li hev civiyan, li dijî tundiya li ser serweriya mêr meşek lidarxistin û jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn.
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de çalakiyekî girseyî hate lidarxistin. Çalakvanên ku li ser banga Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li hev civiyan, ji bo jinên ku bi tundiya serweriya mêr hatine qetilkirin, deqîqeyek rêz girtin.
Jinên Kurd ên li Marsîlyayê, rêxistinên jinan ên enternasyonal ên Fransî û saziyên cuda ên demokratîk, piştgirî dan çalakiyê. Meş ji Qada Canebiere destpê kir û heta Vieux-Portê dewam kir. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Femme, Vie, Liberté” hatin berzkirin û pankartên bi nivîsên “Jin Jiyan Azadî” û “Liberté vers la Révolution des Femmes” hatin hilgirtin.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan Nezahat Serhed axivî. Sehed şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku li Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anî û bal kişand ser rehendên civakî, siyasî û sîstematîk ên tundiyê. Serhed wiha got, “Berxwedana jinan, bersiva herî xurt e.”
Serhed îşaret bi paradîgmayên azadîxwaziya jinê û şoreşa jinê yên Rêber Apo kir û diyar kir kue v xeta azadiyê çavkaniya îlhamê ya tevgerên jinan ên cîhanê ye.
Berdevka Federasyona Jinên Elewî ya Fransayê têkoşînên azadiya jinan a li Rojhilata Navîn silav kir. Berdevk, destnîşan kir ku şoreşa jinan a li Rojava ji hemû jinên cîhanê re bûye hêvî û banga mezinkirina piştevaniya derveyî sînoran kir.
Di danezanên ku li çalakiyê hatin belavkirin de, cih dan daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komkujiyên jinan û tundiya bi piştgiriya dewletê zêde dibe û hate gotin ku zîhniyeta baviksalarî û dewletparêz çavkaniya bingehîn a tundiyê ye. Hate destnîşankirin ku qanûnên heyî kêm dimînin û banga mezinkirina têkoşîna birêxistinkirî li jinan hate kirin.
Çalakî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.