BI DÎMEN

Panela 25'ê Mijdarê ya li Londonê: "Şerê We Xwîna Me Ye"

Civata Jinê ya Jiyanê, ku bi bernameyeke berfireh dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir, di panela ‘Şerê We Xwîna Me Ye’ ya li Londonê de, bandorên piralî yên mîlîtarîzm, baviksalarî, tundî, koçberî û xizaniyê yên li ser jinan gotûbêj kir.

Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî tundiya li Ser Jinan de, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Jiyanê ya Londonê ve, li Navenda Civaka Kurd, panelek bi sernavê ‘Şerê We Xwîna Me Ye’ hate lidarxistin. Di panelê de mijarên ‘Mîlîtarîzm’, ‘Baviksalarî’, ‘Tundî’, ‘Koçberî, Xizanî, Şer’ û ‘Femînîzm di Avakirina Aşitiyê de’ hatin gotûbêjkirin. Parlamentera berê ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Dr. Ceylan Begum Yıldız û mamoste Ayşe Macit wek axaftvan di panelê de cih girtin.

Panel, ku bi beşdariyeke zêde pêk hat, bi rêzgirtina deqeyekê ji bo bîranîna jinên di têkoşîna azadiya jinê de şehîd bûne dest pê kir. Di salonê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” gelek caran bilind bû, û sînevîzyonên li ser pêvajoya dîrokî ya têkoşîna jinê, cûreyên cûda yên şîdetê û têkoşîna li dijî baviksalariyê hatin nîşandan.

Sara Devrim, ji Meclîsa Jinê ya Jiyanê, ku axaftina vekirinê ya çalakiyê kir, navên jinên jiyana xwe ji dest dane xwend; bersivên “li vir e” yên ku ji salonê rabûn, atmosferek bîranîna hevpar û piştevaniyê derxist holê.

Sara Devrim tekezî kir ku ew banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê, ku Destpêka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin, wekî parçeyekî veqetandî yê têkoşîna azadiya jinê dibînin. Sara Devrim destnîşan kir ku rêxistinbûna komûnal forma herî bingehîn a xweparastina gel e û got: "Em tenê dikarin bi felsefeya jiyana azad a komûnal, wêranîya ku ji hêla zayendparêzî, neteweperestî, olparêzî û polîtîkayên dijminê xwezayê ve hatî çêkirin derbas bikin. Ya ku em dibêjin 'Komûn xweparastina herî bingehîn e' tamb jî ev e.”

Devrim, ku got, "Rêya me ya meşê, têkoşîna me ya dayînê heye. Em bang li hemû jinan dikin ku ber bi azadiyê ve bimeşin, peyvê mezin bikin û Ronesansa Jinê bikin jiyanî," axaftina xwe bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî kir.

Piştî axaftinên vekirinê, bi moderatoriya Dilan Serhat, derbasî beşa panelê hate kirin. Yekem axaftvanê panelê mamoste Ayşe Macit bû.

GOTINÊN RÊBER APO HATIN BIBÎRXISTIN

Ayşe Macit bi bîr xist ku tundiya li ser jinê ne tenê pirsgirêkek takekesî an jî çandî ye, lê kokên wê yên dîrokî yên kûr hene, û tekezî kir ku baviksalarî, modernîteya kapîtalîst û mîlîtarîzm şîdeteke sîstematîk li ser bedena jinê û mafê jiyanê didin meşandin.

Ayşe Macit wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bi têgîna namûsê şîdet tê rewakirin, lê jin êdî bêdeng namînin; ew rêxistin dibin û berxwedanê mezin dikin. Weke ku Sakîne Cansiz gotibû, ‘Bêyî azadiya jinê şoreşa rast nabe.’ Têkoşîna jinê ne tenê ji bo jinan, lê ji bo civak û aştiyê têkoşîn e. Têkoşîna jinên ku îro li ber xwe didin, dengê xwe derdixin, li ser maseya aştiyê cih dixwazin, ne tenê ya jinan e; ew têkoşîna civak, demokrasî û aştiyê ye. Diyar e ku heta jin azad nebe civak azad nabe, û ji ber vê yekê, ya ku wê gav bi gav baviksalarî hilweşîne, têkoşîna jinê ya rêxistinkirî bi xwe ye.”

Ayşe Macit got, tundiya a li ser jinê û newekhevîya îroyîn berdewamiya vê koletîkirina dîrokî ye, û destnîşan kir ku azadiya rast tenê bi şikandina vê xeta desthilatdariya herî kevnar mimkun e.

KUŞTINÊN JINAN POLÎTÎK IN

Piştî Ayşe Macit, Dr. Ceylan Begum Yıldız, bi sernavê ‘Femînîzm di Avakirina Aşitiyê de’ pêşandanek pêşkêş kir. Ceylan Begum Yıldız bal kişand ku divê azadiya jinê hem di çarçoveya hiqûqî û hem jî ya têkoşîna civakî de ji nû ve were fikirîn, û got:

“Avahiya baviksalarî, îdeolojiya yekparêz a dewleta netewe û nedîtîbûna kedê jinê ji hêla kapîtalîzmê ve bi pêlên femînîst têne analîz kirin. Femînîzma îroyîn têkoşîneke pirtir, înerseksyonel û ya ku zayenda civakî dipirse ye. Tundiya li ser jinê meseleyeke kûr û polîtîk e. Di dîrokê de jin bûne koma yekem a kolekirî. Daxwazên azadiyê yên jinan, tundiya mêr û dewletê zêde kirin. Modernîteya kapîtalîst, baviksalarî û tundiya dewletê bi hev re tevdigerin û rejîmek zordestîya pir-qatî ava dikin. Kuştinên jinan polîtîk in û azadiya rast tenê bi têkoşîna femînîst mimkun e.”

TUNDÎ BI TÊKOŞÎNA POLÎTÎK TÊ ÇARESERKIRIN

Piştî Begumê, parlamentera berê ya HDP’ê Serpil Kemalbay bi sernavê ‘Bandora Koçberî, Xizanî û Şer li ser Jinê’ axaftinek kir. Serpil Kemalbay tekezî kir ku tundî ne takekesî an çandî ye, lê polîtîk e û got:

"Kontrola ku li ser bedena jinan, ked û nasnameya wan tê damezrandin; rejîmeke tundiya sazîyî ye ku bi polîtîkayên dewleta baviksalarî, barkirina xizmetên lênêrînê li ser milê jinê, domandina girêdayîbûna aborî û avakirina mêraniya mîlîtarîst ve tê xurtkirin. Ji ber vê yekê, tundiya li ser jinê tenê bi xizmetên civakî nayê çareserkirin; ji ber ku ew pirsgirêkeke polîtîk e, ew dikare bi têkoşîna polîtîk were çareserkirin."

Piştî pêşkêşkirinan, derbasî beşa pirs û bersivan bûn.