Li Bocholtê Xeleta Entegrasyonê dan Koroya Zarokan a Kurd
Koroya Zarokan a Kurd bi xebatên xwe yên di qada entegrasyona çandî de hejayî Xelata Entegrasyonê ya Şaredariya Bocholtê hat dîtin.
Koroya Zarokan a Kurd bi xebatên xwe yên di qada entegrasyona çandî de hejayî Xelata Entegrasyonê ya Şaredariya Bocholtê hat dîtin.
Li bajarê Bocholt ê Elmanyayê bi merasîmeke ku ji aliyê şaredariyê ve hate lidarxsitin, cara duyemîn “Xelata Entegrasyonê” hat dayîn. Koroya Zarokan a Kurd a girêdayî Koma Hêviya Rojê ya Komeleya Çandî ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Bocholt e û bi xebatên xwe yên di qada entegrasyona çandî de hat xelatkirin.
Di dema merasîma xelatdayînê de, koro bi performanseke muzîkî pêşkêş kir. Bername ji bo zarokan demek bi bandor bû û ji bo pirrengiya di nava bajarê de nîşaneke berbiçav bû.
Spasiyeke taybet ji bo rêveberên koroyê, Selda Koldamca û Hêlîn Çelik, yên ku ev çend sal in bi xebateke dilxwazî, bi dil û can û bi fedakarî Koma Zarokan bi rê ve dibin hat kirin. Her wiha spasiya zarokên ku bi coş û dengê xwe vê koroyê didin jiyîn, hat kirin.
Koma Zarokan a Kurd ji projeyeke muzîkî wêdetir e, qadekî hevdîtinê, pêşxistina ziman û çandê, civakê û têgihîştina hevdu pêşkêş dike. Zarok ne tenê stranan bi zimanê xwe yê dayikê hîn dibin, her wiha di hawîrdoreke ku tê de cûrbicûrbûna çandî tê qedirgirtin û jiyîn de mezin dibin, muzîk wek pirek di navbera çandan de ye.
Komaleyê spasiya Serokê Meclîsa Entegrasyonê, Juan Lopez-Casanava, hemû endamên Meclîsa Entegrasyonê, Şaredarê Bajarê Bocholtê û Walîyê Navçeya Borkenê kir ku tevkarî di xelata entegrasyonê de kirin.