BI DÎMEN

Heike Geisweid: Divê Ewropa zexta siyasî û aborî li Tirkiyeyê bike

Hevseroka MAF DAD'ê Heike Geisweid rexne li Tirkiyeyê kir ku biryarên DMME'yê bi rêk û pêk bi cih nîne û got, "Dewletên Ewropayê divê êdî ji hişyariyên dîplomatîk wêdetir gavan biavêjin; zexta aborî û siyasî bikin."

HEIKE GEISWEID

Hevseroka MAF DAD'ê Heike Geisweid bi gotinên tund Tirkiye rexne kir ku biryarên tekez ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên li ser Rêber Apo, Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din ên Kurd bi cih nîne. Geisweid bang li dewletên Ewropayê kir ku êdî ji hişyariyên dîplomatîk wêdetir mekanîzmayên zexta siyasî û aborî bixin dewrê.

Geisweid mijar ji ANF'ê re nirxand û got, "Êdî li ber destê me biryarên tekezbûyî hene" û bal kişand ser helwesta li derveyî hiqûqê ya Tirkiyeyê.

'MAFÊ HÊVIYÊ' TÊ BINPÊKIRIN

Geisweid işaret bi cezayên girtîgehê yên heta bi hetayê yên girankirî kir û got, "Birîna cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, jinûve nenirxandina vê biryarê û bêparhiştina ji ihtimala berdanê binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye, yanî binpêkirina xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME). DMME diyar dike ku her mehkûm divê xwedî 'mafê hêviyê' be û weke şert destnîşan dike ku herî dereng di dawiya 25 salan de divê bê nirxandin." Geisweid ragihand ku Tirkiye bi taybetî di dozên siyasî de van pîvanan bi temamî tine dihesibîne û destnîşan kir ku ev rewş hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê mafên mirovan ve nayê qebûlkirin.

'KONSEYA EWROPAYÊ KÊM DIMÎNE, ZEXTA SIYASÎ ŞERT E'

Geisweid diyar kir ku çarçoveya heyî ya dîplomatîk a Konseya Ewropayê ku bicihanîna biryarên DMME'yê kontrol dike, li ser Tirkiyeyê bi bandor nabe û got, "Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde biryarên DMME'yê binpê dike, herî kêm bi cih tîne. Divê ji dîplomasiyê wêdetir kar bê kirin."

Di vê çarçoveyê de Geisweid bang li dewletên Ewropayê kir û got, "Her dewleteke endamê Konseya Ewropayê ji bo Tirkiye van biryaran bi cih bîne neçar in ku zexta siyasî û aborî bikin. Tenê bi daxuyaniyan pêşketin nabe. Heta ku Tirkiye biryara bi cih nîne, hukmên navneteweyî di pratîkê de bê wate dibe."

Geisweid bi bîr xist ku DMME'yê hikum da ku di biryarên têkildarî Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de Tirkiye bi nêzîkatiya siyasî tevgeriya û diyar kir ku xemsariya Ewropayê tê wateya temaşekirina li binpêkirina mafên mirovan. Geisweid ev hişyarî da, "Ne pêkan e ku Ewropa êdî tenê lê temaşe bike. Tirkiye biryaran ji nedîtî ve tê û ev yek hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve nayê qebûlkirin. Rawestandin û bendemayin tê wateya qebûlkirina dewamkirina binpêkirina mafên mirovan."