EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Kolnê deh hezaran dest bi meşê kir
Li bajarê Koln ê Elmanyayê meşa ku di çarçoveya pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ de bi pêşengtiya TJK-E û KCDK-E’yê tê lidarxistin, bi beşdariya deh hezaran dest pê kir. -
Çalakiya ji Rêber Apo re azadî: Gel li qadê kom dibe
Ji gelek bajarên Ewropayê gel ji bo meş û mîtînga li Koln Deutzer Werft a bi şîara “Dawî ji tecrîda 27 salan re! Ji Ocalan re azadî”, tê ba hev. -
Li Aurichê gel ji bo meşa Kolnê amade ye
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, di 8’ê Mijdarê de wê bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” meş were lidarxistin. Ji bo meşa mezin li Oldenburg û Aurichê jî, belavok hatin belavkirin û serdana esnafan hatin kirin. -
Li Helsînkiyê binçavkirina 3 çalakvanên Kurd hat şermezarkirin
Binçavkirina 3 çalakvanên Kurd li ber Wezareta Karên Hundir a Fînlandiyayê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de daxwaza berdana her 3 Kurdan hat kirin. -
‘Em di 6’ê Mijdarê de çirayê pêxin, di 8’ê Mijdarê de jî ji bo azadiyê kom bibin’
FEDA û DAKB bang li hemû Elewiyan kirin ku beriya "Meşa Azadiyê" ya ku di 8’ê Mijdarê de li Kolnê tê lidarxistin, di 6ê Mijdarê de “çirayên xwe pêxin". Saziyan gotin ”Azadiya Ocalan mifteya pêvajoya aştiya demokratîk e." -
Hunermend Hozan Xemdar krîza dil derbas kir
Hunermendê Kurd Hozan Xemdar li bajarê Bilefeld ê Elmanyayê krîza dil derbas kir. -
AGÎF'ê banga “‘azadiyê’ ji bo Rêber Apo û hemû girtiyên şoreşger kir
Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanyayê (AGÎF) xwest ku “mafê hêviyê“ ji bo Rêber Apo ku ji sala 1999an vir ve li Îmraliyê dîlgirtî ye, bê naskirin û hemû girtiyên şoreşger bên berdan. -
Li Swîsreyê ji bo meşa 8'ê Mijdarê bê navber kar tê kirin
Ji bo meş û mîtînga 8'ê Mijdarê ya li Kolnê, ku wê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bê lidarxistin, li Swîsreyê bê navber kar tê kirin. -
Li Fînlandiyayê 3 Kurd hatin binçavkirin, Kurd wê şermezar bikin
Li Fînlandiyayê sê aktîvîstên Kurd bi îdîaya 'fînansmana terorê' hatin binçavkirin. Binçavkirin di demeke welê de hate kirin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdana Fînlandiyayê kir. -
Faysal Sariyildiz: Divê Kurdistanî hemû beşdarî meşa li Kolnê bibin
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz anî ziman ku bi rêbaza nû ya têkoşînê bi sed hezaran kes divê dengê gelê Kurd bidin bihîstin û bang li Kurdistaniyan hemûyan kir ku beşdarî meş û mîtînga li Kolnê bibin. -
Beriya meşa Kolnê serdana esnafên li bajêr hat kirin
Beriya meşa mezin a ku bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” were lidarxistin, li Kolnê bi beşdariyeke berfireh xebata qadê hat kirin. Esnafên Kurd hatin agahdarkirin û banga piştgiriyê ji bo meşê hat kirin. -
Jinên li Offenbachê ji bo meşa Kolnê amadekariyê dikin
Endamên Meclîsa Jinan a Sara, ji bo meşa “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku di 8’ê Mijdarê de were lidarxistin, serdana esnaf û malan kirin û banga tevlîbûnê kirin. -
Li Fînlandiyayê sê Kurd hatin binçavkirin
Li Fînlandiyayê di çarçoveya lêpirsîna "fînansekirina terorîzmê" de sê aktîvîstên Kurd hatin binçavkirin. -
Li Mannheimê ji bo meşa ji Rêber Apo re azadî stand hat vekirin
Li Mannheimê beriya meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, stand hat vekirin û belavok hatin belavkirin. Meclisê banga berşdarbûna meşê li gel kir. -
Kurdên li Freiburg û Lahrê ji bo ‘Meşa Kolnê’ amade ne
Herêma Freiburg û Meclîsa Lahr û Komuna Jinan ji bo ‘Meşa ji Rêber Apo re Azadî’ ku di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, amadekariyên xwe temam kirin. -
Kedkaran banga beşdarbûna meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê kirin
Endamên Nav Berlînê Ecevît Taşti û Davût Ovseme banga beşdarbûna meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê ku bi armanca azadiya Rêber Apo were lidarxistin, kirin. -
Çalakvanên Cenevreyê: Em ê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bin!
Çalakiya nobetê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber apo li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, di hefteya 250’an de ye. Çalakvanan gotin, “Em ê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biqîrin.” -
Ji parlamenterên Fransî deklarasyona ’Mafê Hêviyê' û 'Rojava'
Gelek parlamenterên Meclisa Neteweyî ya Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî dan rêveberiya xwese a demokratîk li Rojava û têkoşîna gelê Kurd û diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê bingehîn ê pêvajoya aştiyê ye. -
Nobeta Azadiyê di hefteya 698’an de ye
Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji sala 2012’an ve bêyî navber li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike, ji aliyê sê welatparêzên ji herêma Saksonya hatin ve, hate dewrgirtin. -
YE, beriya COP30’ê li gel dayîna ‘tawîzê’ di armancên avûhewayê de li hev kir
Yekîtiya Ewropayê (YE), ji bo ku destvala neçe civîna avûhewayê ya COP30’ê ku wê di meha Mijdarê de li bajarê Belem ê Brezîlyayê were lidarxistin, di mijara armancên avûhewayê yên 2040’î de li ser peymaneke dijwar li hev kir. -
Elmanyayê biryara girtina komeleya ‘Muslim Interaktiv’ê stend
Wezareta Karên Hundirîn a Elmanyayê ragihand ku komeleya bi navê ‘’Muslim Interaktiv’’ bi egera ku li dijî pergala qanûna bingehîn dixebite, hatiye girtin. -
Meclisa Gelê Kurd piştgiriyê da ‘Your Party’ a Jeremy Corbyn
Meclisa Gelê Kurd li ser navê dîasporaya Kurd beşdarî civîna damezrandina Your Party a li Londonê bû. Damezrînerê partiyê Jeremy Corbyn piştgiriya xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd dubare kir û ragihand ku ew ê di demek nêzîk de serdana saziyên Kurd bike. -
Li Berlînê karên '8'ê Mijdarê' dewam dikin
Beriya meşa mezin a 8'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, karên bi pêşengiya Komuna Şehîd Kawa Çekdar tê meşandin di roja 4'emîn de ne. -
Swîsre ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê amade ye
Li Swîsreyê ji bo meş û mitînga mezin ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidar xistin karekî xurt tê meşandin. Çav li rê ye ku ji Swîsreyê tevlîbûnek xurt çêbibe. -
Namzeta KPO Barbara Urbanic: Banga aştiyê gelekî hêja ye
Namzeta sereke ya hilbijartinên Viyana ya 2025'an a ji Partiya Komunîst a Awûstûryayê (KPO) Barbara Urbanic piştgirî da pêvajoya aştiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd. Barbara Urbanic got, "Hêvîdar im wê dewleta Tirk bersivê bide vê bangê."