Li gorî polîsên Elman êrişa li ser bazara Noelê hate astengkirin

Polîsên Elman ragihandin ku 5 kes hatin binçavkirin ku guman ji wan dihate kirin ku amadekarî dikin ku li herêma Dingolfingê ya li Bavyera Jêrîn êrişê bikin.

Serdozgeriya Munchenê êvara Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku pênc gumanbar hatin binçavkirin ku amadekariya êrişek li ser bazara Noelê ya li başûrê Elmanyayê dikirin.

Li gorî dozgeriyê, pênc gumanbaran plan dikirin ku ji bo êrişê wesayitekê bi kar bînin. Li gorî nûçeya ku di medya Elman de hatin weşandin, li ser têkiliya gumanbaran a bi Îslamî re tê rawestîn.

Hate ragihandin ku kesên hatine binçavkirin kesekî Misrî yê 56 salî, kesekî Sûriyeyî yê 37 salî û sê kesên ji Fasê yên 22, 28 û 30 salî ne. Rayedaran diyar nekirin ku wê êriş li ser kîjan bazara Noelê bihata kirin.

Bazarên kevneşop ên Noelê ku li Elmanyayê dawiya salê bi girseyî derbas dibin, salên dawî di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de têne lidarxistin. Di sala 2016'an de li Berlînê êrişek hatibû kirin û di encamê de 13 kes hatibûn kuştin.

Par li bajarê Magdeburgê bi wesayitekê êriş li ser bazara Noelê hatibû kirin û 6 kes miribûn, zêdeyî 300 kes jî birîndar bûbûn.