Li banliyoya Villiers-le-Bel a girêdayî Parîsê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî, Navenda Civaka Çandê ya Kurd, Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî bîranînê bûn, ku tê de Şehîd Bozan Kendal Kerboran (Alî Kaya), Sara Savuşka Bozan (Kîymet Kaya), Berfîn Nûrhaq (Hanım Xanê Demîr) û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên di demên nêzîk de şehîd bûne, hatin bîranîn.
Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Navenda Çanda Kurd Mervan Botan, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Done Guzel û li ser navê KOMAW’ê Ahmet Kaçan axaftin kirin.
Malbatên Şehîd Sara Savuşka û Bozan Kendal jî bi rêya telekonferansê beşdarî çalakiyê bûn û xîtabî girseyê kirin.
Di axaftinan de careke din girêdana bi şehîdan re hate ziman û hat tekezkirin ku têkoşîna ku wan hiştiye dê ji cihê ku wan hiştiye bê dewamkirin. Sonda girêdana bi bîranîna şehîdan re hate dubarekirin.
Di çarçoveya programê de nîşandana sînevîzyonê jî hate kirin. Di nîşandanê de axaftinên şehîdên ku gihîştin şehadetê hatin weşandin. Di dema bîranînê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin gotin.