BI DÎMEN

Ji Cenevreyê bang kirin: Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo demildest bê bicihanîn

Çalakiya rûniştinê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye destpêkirin, di hefteya 256’an de didome.

Nobeta Azadiya Rêber Apo ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY)  li Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 256’an de ye.

Kurdistanî û dostên wan ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreyê bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi cîih bînin.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtina di şexsê Berfîn Nûrhaq (Hanim Xanê Demîr), Sema Roza (Încî Sumbul), Demhat Mamxurî (Ferman Tûrgût) û Huseyîn Azad (Elyasa Çiftçi) de ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê çalakvanên Cenevreyê yên ji Rêber Apo re azadî daxuyanî dan. Armanca daxuyaniyê rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, pêşiya pêvajoya aştiyê were vekirin û daxwazên ji bo çareseriyeke demokratîk were bilindkirin bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşketinên pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ku di Cotmeha 2024’an de dest pê kir rê li ber aştiyê vekir û hat gotin ku Tevgera Azadiya Kurd bi îlankirina agirbestê, xwe fesixkirin û merasîma şewitandina çekan re gavên ku dikevin ser milê xwe pêk anî. Hat destnîşankirin ku tevî vê yekê  dewlet û meclis ji avêtina gavên şênber û qanûnî direvin û hat bibîrxistin ku pêşniyarên guhertinên destûrî, nêzkatiyeke dadwerî û azadîxwaz di nava xwe de nahewîne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca têkoşînê ne efû ye, bidestxistina mafên hatine desteserkirin û aştiyeke bi rûmet e. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Kurd ti sûc nekiriye, berovajî ji bo parastina mafên xwe têdikoşe.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û hat bibîrxistin ku Rojava ji bo gelê Kurd û Rêbertiyê xeta sor e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujiyên ku ji hêla komên cîhadîst ên mîna HTŞ’ê li dijî Elewî û Durziyan hatine kirin nayên jibîrkirin û ferzkirina teslîmbûnê ya li ser van gelan nayê qebûlkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên Kurdistanê û Kurdên li dîasporayê hat kirin ku têkoşîna ji bo aştiyê li her derê xurt bikin û zexta demokratîk û burokratîk zêde bikin. Di daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî jî hat kirin û ji wan hat xwestin ku ji bo “mafê hêviyê" yê ku mafê Rêber Apo were bicihanîn zextê li dewleta Tirk bikin.