KON-MED'ê dest bi amadekariyên Newrozê kir: Pîrozbahî 21'ê Adarê li Frankfurtê ye

KON-MED'ê dest bi amadekariyên ji bo Newroza 2026'an kir. Di daxuyaniyê de bang li gelên li Elmanyayê kir ku tevlî pîrozbahiya li Frankfurtê bibin.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) ragihand ku wan dest bi amadekariya Newrozê kirine ku mîrateya çandî ya hezaran salan a gelan e. KON-MED'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Newroz di tevahiya dîrokê de li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li nava civaka Kurd rojeke sembola hêviya azadiyê, hatina biharê, berxwedan û jinûve vejîn e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di Newrozê de ku nirxên hevpar, yekîtiya çandî û piştevaniya civakî tê bibîrxistin, ji bo civaka li dîasporayê tê wateya parastina nasnameya xwe û hatine gel hev.

Hate ragihandin ku amadekariyên Newrozê ji aliyê Tevgera Ciwanan, YJK-E, pênc federasyon, 46 meclîs, saziyên baweriyan ên Mezoptamyayê CÎK, FEDA, NAV-YEK û rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ew dixwazin Newroza 2026'an weke cejneke neteweyî bi feraseteke hevpar pîroz bikin.

Li gorî daxuyaniyê, pîrozbahiya îsal a Newrozê wê 21'ê Adarê roja Şemiyê li Frankfurtê pêk were û xwedî bernameyeke dewlemend a çand û hunerê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên li Elmanyayê, dostên Kurdan û her kesên wateya çandî ya Newrozê parve dikin hate kirin ku 21'ê Adarê roja Şemiyê li Frankfurtê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin.