Li dijî Wezareta Karên Hundirîn a Fransayê êrîşa sîber pêk hat

Wezareta Karên Hundirîn a Fransayê diyar kir ku di encama êrîşa sîber a rojên dawîn de hin ‘’belgeyên hesas’’ ji aliyê korsanên kompûteran ve hatine bidestxistin.

Wezîrê Karên Hundirîn Laurent Nunez piştrast kir ku di nava belgeyên hatine dizîn de agahiyên Dosyaya Kesên Tên Lêgerîn (FPR) û Pergala Qeydên Paşeroja Edlî (TAJ) cih digirin.

Wezaretê bi zimanekî teqez diyar kir ku îdîayên ku êrîşkaran daneyên 16 milyon kesî bi dest xistine, ne rast in.

Rayedaran diyar kir ku heya niha bes kêmek belge ji pergalê hatine derxistin û dan zanîn ku tu delîl tune ku bi milyonan dane hatine dizîn.

Hate diyarkirin ku êrîş, bi ‘’xemsariyên’’ weke parvekirina şîfreyan a li ser pergala peyamşandinê ya hin xebatkaran pêk hatiye.

Hate eşkerekirin ku piştî bûyerê serî li darazê hatiye dayîn,  Komîsyona Teknolojiyên Agahiyên Netewî û Azadiyan hatiye agahdarkirin û lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin.

Rayedaran destnîşan kirin ku êrîşkaran daxwaza fîdyeyê nekirine û bûyer gefê li ewlehiya welatiyan nake.

Lêpirsîn ji aliyê Buroya Têkoşîna li Dijî Sûcên Sîber ve tê birêvebirin.