EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li dijî komkujiyên li ser Elewiyên li Sûriyeyê banga lezgîn hat kirin
Nûnerên rêxistinên li Zurich, nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî Elewiyan dan û bang li civaka navneteweyî kirin ku bikevin nava tevgerê. -
Cejna Berxwedana Neteweyî li Viyanayê hate pîrozkirin
Li Viyanayê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin. Cûma Tak bang li her kesî kir ku di rêya serketinê de piştgiriyê bidin têkoşînê -
Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça: Divê Elmanya qedexeya li ser PKK'ê jinûve binirxîne
Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça qedexeya 32 salan a li Elmanyayê ya li ser PKK'ê bi bîr xist û got, "Ev qedexeya ku bandoreke neyînî li mafên sivîl, çandî û demokratîk ên civaka Kurd dike divê jinûve bê nirxandin." -
Welatparêzê Kurd Hecî Bedrî Yali li Freiburgê jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd û bavê şehîdekî Hecî Bedrî Yali yê ku li Freiburg ê Elmanyayê dima, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên demdirêj di 25’ê Mijdara 2025’an de jiyana xwe ji dest da. -
Li Fransayê sala bê wê ‘leşkeriya bi dildarî’ dest pê bike
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, hûrgiliyên xizmeta leşkerî ya bi dildarî ku dê di havîna 2026’an de bikeve meriyetê eşkere kir. -
Li Torontoyê bernameya nasînê ya NDP'ê: Em ji naskirina Kurdan kêfxweş in
Li bajarê Toronto yê eyaleta Ontario ya Kanadayê, bernameyeke nasînê hate lidarxistin ku seroka nû ya partiya NDP'ê Marit Stiles û endamê Parlamenta Eyaleta Ontario Tom Rakocevic beşdar bûn. -
Komkujiya li dijî Elewiyên li Sûriyeyê li Parîsê hate şermezarkirin
Li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê hate ragihandin ku êrişên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê sûcê li dijî mirovahiyê ye û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê. -
Çalakvanên Cenevreyê: Em ê bi ruhê vejînê Rêber Apo azad bikin
Çalakiya rûniştinê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam dike, di hefteya 253’an de dewam dike. -
Li Belçîkayê greva giştî jiyan sekinand
Li Belçîkayê çalakiyên sê rojan ên ji aliyê sendîkayên CSC, FGTB û CGSLB’ê ve hatine destpêkirin, roja Çarşemê li gel greva giştî gihîştin asta herî jor. -
Li Mantes Jolieyê panela 25’ê Mijdarê hate lidarxistin
Li Mantes-la- Jolieya girêdayî bajarê Parîs ê Fransayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de ji aliyê TJK-F’ê ve panelek hate lidarxistin û gelek jin beşdarî panelê bûn. -
Krîmînalîzasyon li pêşiya aştiyê asteng e!
Têkildarî qedexeya PKK’ê ya dikeve sala 32’yan û wê di pêvajoya nû de bi roleke çawa rabe, bi rêxistinên maf û siyasetmedarên li Elmanyayê re hevpeyvîn hate kirin. -
DEM Partiyê li Awûstralyayê têkildarî ‘pêvajoyê’ hevdîtin pêk anîn
Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Awûstralyayê gelek hevdîtin pêk anîn. -
Jinan li Brîtanyayê li dijî baviksalariyê banga têkoşîna hevbeş kirin
Jinan li Londonê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî meşiyan û li dijî modernîteya kapîtalîst û baviksalariy banga têkoşîna hevbeş kirin. Li Sheffield, Skoçya û Liverpoolê jî çalakiyên hemwext hatin lidarxistin. -
FEDA û DAKB komkujiyên Elewiyên li Sûriyeyê şermezar kirin û banga lezgîn kirin
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) komkujiyên nû yên li dijî gelê Elewî li Sûriyeyê şermezar kirin û banga lezgîn ji bo gel û hemû saziyên demokratîk kirin. -
Şerê Ûkranyayê: DYE’yê û Rûsya li Ebû Dabî civiyan
Çapemeniya Brîtanî û Emerîkayê, ragihand ku şandeyên DYE’yê û Rûsyayê ji bo çareseriya şerê li Ûkranyayê roja Duşemê li Ebû Dabî hevdîtin kirine û ev hevdîtin îro jî berdewam kirine. -
27'ê Mijdarê li Tambovê hat pîrozkirin
Li mala Çandê ya bajarê Mîçûrînsk a herêma Tambovê ya Rûsyayê gelê Kurd bi coşeke mezin 47'emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kirin. Pîrozbahî weke roja berxwedana neteweyî hate binavkirin. -
27'ê Mijdarê li Ermenistanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Salvegera 47'emîn a damezrandina PKK'ê ku weke cejna 'Berxwedana Neteweyî' tê pênasekirin, li Ermenistanê hate pîrozkirin. -
Greva li Belçîkayê bandor li xizmetên cemaweriyê hemûyan kir
Li Belçîkayê greva sê rojan bandoreke giran li welêt kir. Di roja duyemîn de xizmetên cemaweriyê hemû bi bandor bûn û trafîka cemaweriyê sekinî. -
Dadgehê biryar da ku Mehmet Çakas wê neyê dersînorkirin
Dadgeha Îdarî ya Luneburgê biryar da ku çalakgerê Kurd Mehmet Çakas ê ku li Elmanyayê girtî ye, wê ji bo Tirkiyeyê nayê dersînorkirin. Ev biryar ji ber gefa cezayê muebeta girankirî û rîskên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê hate dayîn. -
Li Stûttgartê çalakiya 'Cejna Berxwedana Neteweyî'
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi sedan kes li hev kom bûn û çalakiya "Cejna Berxwedana Neteweyî" lidar xistin. -
Fîlozof Therborn: Xelata Nobelê heqê Abdullah Ocalan e
Fîlozof û civaknasê Swêdî Göran Therborn ku xwediyê Xelata Lenîn e, banga aştiyê ya Abdullah Ocalan silav kir û got, "Ocalan Mandela yê vê serdemê ye û Xelata Nobelê heqê wî ye." -
Li Belçîka greva 3 rojan dest pê kir
Li Belçîkayê li ser banga hevpar a sendîkayan îro greva 3 rojan dest pê dike. Gelek sektor di 24, 25, 26’ê Mijdarê de dê xebatên wan bigihêje asta rawestandinê. -
Prof. Russo Spena: Serok Apo berpirsyariya xwe bi cih anî, dor a Enqereyê ye
Prof. Giovanni Russo Spena anî ziman ku bi saya wêrekî û jîrbûna siyasî ya Rêber Apo di meseleya Kurd de qonaxeke krîtîk hate derbaskirin û got, "Serketina pêvajoyê bi gavên dewleta Tirk ve girêdayî ye. Azadiya Ocalan ji bo me esas e." -
Li Brukselê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan daketin qadan
Li paytexta Belçîka Brukselê bi hezaran jin bi wesîleya 25’ê Mijdarê re, ji bo protestokirina tundiya li ser jinan daketin qadan. -
Li Saarlandê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin
Kurdên li eyaleta Saarlandê dijîn, bi boneya Cejna Berxwedana Neteweyî li Homburgê hatin cem hev.