Li balafirgeha Hollandayê kaos: Zêdetirî hezar kesî şeva xwe li balafirgehê derbas kirin

Li yek ji mezintirîn balafirgeha Ewropayê Amsterdam Schipholê ji ber barîna berfê û bayên xurt herî kêm 700 sefer hatin betalkirin. Rayedaran ragihand ku ji ber şert û mercên hewayî yên xirab dibe ku zêdetir sefer werin betalkirin.

Rêveberiya Balafirgeha Schipholê diyar kir ku di van rojên dawîn de gelek sefet hatine betalkirin û zêdetirî hezar rêwî neçar mane ku şeva xwe li balafirgehê derbas bikin. Ji bo rêwiyan cihên seyar hatin danîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ekîbên rizgarkirinê bê navber dixebitin lê belê şert û mercên xirab trafîka hewayî bi awayekî cidî sînordar dike.

Li Hollandayê hatûçûya trenan jî sekinî. Şîrketa rêya hêsinî ya neteweyî NS’ê banga taloqkirina seyahetên ne mecbûrî kir. Pispor diyar dikin ku li welêt barîna berfê her ku diçe kêmtir dibe û sedema vê yekê weke guherîna avûhewayê nîşan didin.

Li gorî daneyên ajansa nûçeyan ANP’ê ya Hollandayê, di sala 2026’an de li De Biltê ji çar salên borî zêdetir berf bariye. Li welêt serê sibehê trafîk xitimî ku ji sala 1999’an ve ye rewşeke bi vî rengî ya awarte rû neda bû.