KCDK-E'yê ji bo Rojava banga çalakiyan kir

KCDK-E'yê ragihand ku êrişên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çete yên ser bi dewleta Tirk ve yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, di asta îmha û komkujiyê de ne û li dijî vê yekê banga çalakiyan kir.

KCDK-E

Êrişên hikumeta komên çete yên dewleta Tirk û hikumeta veguhêz ên li ser taxên Kurdan ên li Helebê du roj in bê navber dewam dikin. Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate ragihandin ku êriş yekser li dijî sivîlan tê kirin û bi armanca îmha û komkujiyê ye.

KCDK-E'yê êriş weke dewama êrişên li ser Durzî û Elewiyan hate pênasekirin û hate gotin, di vê pêvajoyê de dîplomasiya ku dewleta Tirk li Şamê kir, bi roleke diyarker rabûye.

KCDK-E'yê ragihand ku ew ê mafên gelê Kurd ê li Rojava biparêzin û bang li dewletên garantor û raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî êrişan bi berpirsyariya xwe rabin.

Her wiha bang li gelan, derdorên dost û hêzên demokratîk jî kir ku bi pêşengiya PYD'ê li Ewropayê bi çalakiyên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin.