Koordînatorên Koma Xebatê ya Kurd a Parlamentoya Ewropayê, bi koda “girîng” û “lezgîn” nameyek ji Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê re şandin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku hem li Sûriyê hem jî li Tirkiyê hêviyên aştiyê di bin gefeke hevdem de ne.
Name ji aliyê endamê Koma Hevpeymaniya Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan a PE’yê Andreas Schieder, endamê Koma Çep – GUE/NGL Per Clausen û endamê Koma Keskan/Hevpeymaniya Azad a Ewropayê Leoluca Orlando ve hat îmzekirin.
LI HELEBÊ TAXÊN KURDAN DI BIN DORPÊÇÊ DE NE
Di nameyê de hate diyarkirin ku komên çekdar ên ku tê gotin ji aliyê Tirkiyê ve tên fînansekirin û di bin ala artêşa Sûriyê de tevdigerin, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piranî Kurd in û xwedî rêveberiya xweser in dorpêç kirine; her wiha qadên jiyanê yên sivîlan bi çekên giran tên bombebarankirin.
Hate destnîşankirin ku ev êrîş berdewamiya pêla tundiya li dijî civakên Elewî û Durzî ye û ev êrîş nêzîkatiya hikûmeta demkî ya Sûriyê ya li hemberî demokrasî, pirrengî û mafên kêmneteweyan bi eşkereyî nîşan dide.
HÊVİYÊN AŞÎTİYÊ YÊN LI TIRKİYÊ JÎ DI BIN GEFÊ DE NE
Koordînatoran diyar kirin ku tevî gavên PKK’ê, hikûmeta Tirkiyê bersiveke erênî nedaye û aştî tenê bi şerta ku Kurdên li Sûriyê çekên xwe deynin û serî li ber hikûmeta demkî ya Sûriyê bitewînin ve hatiye girêdan. Hate gotin ku ev nêzîkatî pêvajoya aştiyê xistiye nav xitimandinê.
Di nameyê de ji Yekîtiya Ewropayê hate xwestin ku ji bo rawestandina êrîşan û ji bo ku hikûmeta demkî ya Sûriyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dest bi muzakereyên rastîn bike, zextê li Tirkiyê bike. Her wiha bang li dewletên endamên YE’yê hate kirin ku di têkiliyên xwe yên bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re rê nedin asayîkirina êrîşkarî, dorpêçkirin û cudakariya etnîkî.
Beşek ji nameyê wisa ye:
“Birêz Nûnerê Bilind, Hêviyên aştiyê yên li Sûriye û Tirkiyê bi êrîşeke hevpar re rû bi rû ne. Şervanên ku di bin ala Artêşa Sûriyê de şer dikin û bi piranî ji aliyê Tirkiyê ve tên fînansekirin, du taxên xweser û Kurdnişîn ên Helebê dorpêç kirine û bi êrîşeke bixwîn qadên sivîlan bombe dikin. Di vê navberê de, hikûmeta Tirkiyê ya ku hîn bersiveke erênî nedaye biryara fesixbûna PKK’ê, diparêze ku heta Kurdên li Sûriyê çekên xwe û derfetên xwe yên xweparastinê bernedin û radestî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê nebin, aştî li Tirkiyê ne gengaz e.
Em ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz dikin ku zextê li ser Tirkiyê bike da ku van êrîşan rawestîne û rê bide ku hikûmeta Sûriyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bikeve nav hevdîtinên rastîn.”