EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Torontoyê bîranîna şehîdên Parîsê
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bîranîn. -
KOMAW'ê li Stuttgartê bi malbatên şehîdan re civînek lidar xist
Di civîna bi pêşengiya KOMAW'ê de işaret bi girîngiya xwerêxistinkirina malbatên şehîdan û xwedîderketina li têkoşînê hate kirin. -
Gelo Skoçya ji bo meseleya Kurd dikare bibe modelek?
Desthilatdariya Tirk bi rêya qeyûman dest li rêveberiyên herêmî yên xwecihî werdide. Di rewşeke bi vî rengî de gelo modela Skoçyayê ji bo meseleya Kurd dikare bibe çareserî? -
Li Leipzigê Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr hatin bîranîn
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê Sabrî Tendurek (Fetîh Şarlatan) ê ku di 18’ê Gulana 2016’an de şehîd bûbû û Masîro Xabûr (Bedirhan Abo) ê ku di 27’ê Gulana 2020’an de şehîd bûbû, hatin bîranîn. -
Li Berlîn, Bremen û Viyanayê şehîdên Parîsê hatin bîranîn
Di çalakiyên ku di şexsê şehîdên Parîsê de hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn de, hat destnîşankirin ku kujerên komkujiya Parîsê hîn nehatine eşkere kirin û banga dadweriyê hate kirin. -
Li Bellinzonayê ji bo Azadî Helepçe sersaxî hatin qebûlkirin û şehîdên çapemeniyê hatin bi bîranîn
Li kantona Ticino ya Swîsreyê, rojnamegerên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin hatin bîranîn; her wiha ji bo yek ji gaziyên YPJ'ê Azadî Helepçe ya ku di rojên borî de şehadeta wê hatibû ragihandin ji aliyê malbata wê ve sersaxî hatin qebûlkirin -
Li Mulhousê şehîd Berfîn Nûrhaq û Sema Roza hatin bibîranîn
Şehîd Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mulhousê bi çalakiyeke hatin bibîranîn. Di bîranînê de îşaret bi xwedîderketina li têkoşîna şehîdan hate kirin. -
Li Baselê şehîdên Parîsê hatin bîranîn: Em ne tolhildanê, edaletê dixwazin
Li bajarê Basel ê Swîsreyê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin û bang hat kirin ku kujerên komkujiyên Parîsê werin eşkere kirin. Li ser navê malbata Evîn Goyî ku di 23 hatibû qetilkirin, Suna Kara, got: “Em ne tolhildanê, edaletê dixwazin."" -
Cejna Berxwedana Neteweyî li Kolnê bi coş hate pîrozkirin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê “Cejna Berxwedana Neteweyî” hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de banga xwedîderketina pêvajoya nû ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, hate kirin. -
Li Bordeauxê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin bibîranîn
Li bajarê Bordeaux yê Fransayê, ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku beriya sê salan li Parîsê bi êrîşekî şehîd bibûn, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. -
Li Zûrîhê panela Mereş, 19’ê Kanûnê û Roboskî: Em ê çawa ji pencê komkujiyan rizgar bibin?
gelên cuda, tundiya dewletê û polîtîkayên bêcezahiştinê hatin nirxandin. -
Li Danîmarkayê serdema nameyan a 400 salî bi dawî bû
Xizmeta postayê ya Danîmarkayê piştî demeke ji 400 salî biryar da ku belavkirina nameyan bisekinîne. PostNord ku bi yekbûna xizmetên postayê yên Swêd û Danîmarkayê 2009'an ava bû, diyar kir ku nameya dawî wê 30'ê Kanûnê bê belavkirin. -
Ji bo bîranîna 23'ê Kanûnê li Parîsê amadekarî
Ji bo siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin wê di 23'ê Kanûnê de li Sarcellesê çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin. Li herêmên Villiers Le Bel û Drancyê amadekariyên ji bo bîranînê dewam dikin. -
Li Giessenê 'Şahiya avakirina civaka demokratîk' hate lidarxistin
Meclîsa Gelê Kurd a Giessenê bi beşdariyeke xurt şahiyek lidar xist. Di çarçoveya Cejna Berxwedana Neteweyî de şahî pêk hat û ji bo xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bang hate kirin. -
Ji ber salvegera komkujiyên Parîsê li Hamburgê bîranîn
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer li Hamburgê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. -
Li Parîsê bîranîna komkujiya Mereşê: Heta hesab neyê pirsîn pêşiya komkujiyên nû nayê girtin
Bi boneya 47’emîn salvegera Komkujiya Mereşê, li Parîsê li ber Abîdeya Madimakê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de hate gotin, “Ev birîn hîn jî xwîn jê diçe” û bertek nîşanî polîtîkaya bêcezahiştinê hate dayîn. -
Siyasetmedar Selîm Sadak rakirin nexweşxaneyê
Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak ê ku li Heilbronn a Elmanyayê ji penceşêrê dihat dermankirin, roja Înê êvarê ji ber rewşa wî ya tenduristiyê giran bû bi awayekî lezgîn rakirin nexweşxaneyê. Sadak niha li beşa lezgîn tê dermankirin. -
ADGB’ê ji bo komkujiyên Kanûnê panel û çalakî li dar xist
Li Dubendorf a Swîsreyê, ji bo bîranîna salvegera komkujiyên Mereşê, 19’ê Kanûnê û Roboskî çalakî û panel hat lidarxistin. Di panelê de bal kişand ser dernexistina kujerên komkujiyan û siyaseta bêcezatiyê. -
Komkujiyên Parîsê li Marsilyayê hatin protestokirin: Bêcezahiştin zemîna komkujiyên nû ye!
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê şoreşgerên Kurd ên ku di salên 2013 û 2022'an de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan de bertek nîşanî eşkerenekirina kujeran hate dayîn. -
Ji bo bîranîna şehîdên Parîsê bang hate kirin
CDK-F, TJK-F û Înisiyatîfa Malbatên Şehîdan a KOMAW’ê, ji bo beşdarbûna çalakiyên ku wê ji bo bîranîna şehîdên 23’yê Kanûnê û 9’ê Çileyê, li Parîsê bên lidarxistin bang kirin. -
Li Parîsê bîranîna komkujiyên Mereş, 19’ê Kanûnê û Roboskiyê
Li Dergeha Pîr Siltan Abdal a li bajarê Goussainville yê Fransayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de komkujiyên Mereş, 19’ê Kanûnê ya Girtîgehan û Roboskî hatin şermezarkirin û bang hate kirin ku li dijî polîtîkayên înkar û komkujiyê bîr -
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê êrîşa li ser Leyla Zana şermezar kir
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê êrîşa nîjadperest û zayendperest a li dijî Siyasetmedara Kurd Leyla Zana şermezar kir û wiha got, “Em dizanin ku ev êrîş di şexsê Leyla Zana de êrîşeke li dijî jinên Kurd, gelê Kurd û têkoşîna wan e.” -
KCDK-E: Em Cejna Êzî ya gelê me yê Êzîdî pîroz dikin
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Cejna Êzî pîroz kir ku xwest ku Cejna Êzî ji gelê me yê Êzîdî û hemû Kurdan re “aştî, statû û azadiyê" bîne. -
Pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' kete rojeva Parlamenta Skoçyayê
Endamê Parlamenta Skoçyayê Bill Kidd pêvajoya aştiyê ya navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û dewleta Tirk xist rojeva Parlamentê û xwest, têkildarî pêvajoyê helwesteke siyasî ya fermî bê nîşandan. -
Beriya bîranîna 23’yê Kanûnê li gelek navendên Parîsê serdanên gel
Beriya merasîma bîranînê ku wê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, di 23’yê Kanûnê de pêk were, li gelek navendên Parîsê serdana esnaf û malbatan hate kirin.